'Heta berxwedan bidome em ê rêzê nîşan bidin'
10:58
JINHA
RIHA – Welatiya bi navê Gul Çelîkaslan a ku li gundê Miseynterê ya bi ser navçeya Pirsûsê ku nobeta sînor didome dijî diyar kir ku bi avakirina jiyana komunal a li gundê wan bûne xwedî pirtûkxane û ji bo zincira mirovan a ku her roj tevli dibe jî nirxandina "Heta ku YPG û YPJ li wir şer bike, canê xwe bide em ê jî li vir tevli zincirê bibin û li hemberî wan rêza xwe nîşan bidin" kir.
Piştî ku li dijî Kobanê destpêkirin li Pirsûsê ji bo piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê çalakiya nobetê hate destpêkirin û nobeta ji roja destpêkê heta niha kete roja xwe ya 166'emîn. Li Tirkiye, Kurdistan û gelek deverên cihanê ji gelek reng, nasname û fikran mirov herikîn sînor û tevli nobeta sînor bûn. Gundiyên li ser sînor ên ku li dijî çeteyên DAIŞ'ê seferber bûn mînaka herî baş a madî û manewî ya piştevaniyê nîşan dan. Welatiya bi navê Gul Çelîkaslan a ku ji roja destpêkê heta niha di nava nobeta berxwedanê de cih digire û li gundê Miseyenterê dijî diyar kir ku ew ji ber jiyana komunal a li gundê wan hatiye ava kirin gelek kêfxweş in.
‘Me du mehan zarok neşandin dibistanê’
Gul destnîşan kir ku şer herî zêde bandorê li ser zarokan dike û wiha berdewam kir: "Piştî ku vî şerî dest pê kir me dît ku psîkolojiya zarokên mu û yên Kobanê xira bû. Zarokên me yên temenê wan di navbera 2-18 salî ne matmayî man ku bi çi tiştî re rû bi rû mane. Zarokên me yên ku heta niha şer nedîtibûn li gund her roj cendirmeyan dibînin, gaza îsotê davêjin wan, bi dengê çek û bombeyan dibihîzin. Me du mehan zarok neşandin dibistanê."
'Kobanê azad bû em pir kêfxweş in'
Gul diyar kir ku ji Kobanê 30 malbat hatine gundê wan û ev tişt anî ziman: "Welatiyên Kobanê yên hatin perîşan bûbûn. Maleke ku xwe bispêrin tunebû. Tiştek bi xwere neanîbûn. me deriyên xwe ji wan re vekir. Piştî ku alîkarî hatin hinekî baştir bû." Çelîkaslan da zanîn ku welatiyên Kobanê dest bi vegerê kirine û nirxandina "Kobanê azad bû em hemû kêfxweş in. Veger me dixe heyecanê" kir.
Gul bilêv kir ku di nobeta berxwedanê de dev ji çalakiya zincira mirovan bernedane û wiha berdewam kir: "Di nobeta berxwedanê de ji bo ku em li hemberî şervanên YPG û YPJ'ê rêza xwe nîşan bidin û silavê bidin wan zincirê bi kar tînin. Her roj serê sibehê ji bo şehidên xwe rez digirin. HEta ku ew li wir şer bikin, canê xwe bidin em ê jî li vir tevli zincirê bibin û li hemberî wan rêza xwe nîşan bidin."
Veguheriya gundê komunê
Gul got ku ew ji jiyana komunal a ku bi nobetan ve li gundê wan hatiye avakirin jî memnun in û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em xwarin, mal û jiyana xwe parve dikin. Bi vî rengî me gelek kes nas kir. li vir ji bo gundê me gelek tişt hate kirin û cihên nû hatin vekirin. berê li gundê me nu muze ne jî pirtûkxane hebû. Lê niha Li ser navê Arîn Mîrkan û Kader Ortakaya muze û pirtûkxane heye. Guhertinên bi vî rengî ji bo hemû kesan baş e."
(zt)

