Barê wan bedela azadiyê ye

11:03

 


JINHA


RIHA - Zarokên ku temenê wan di navbera 6 û 13'an de diguhere piştî ji Kobanê hatin li gundê Çorta yê Pirsûsê bi cih bûne her roj bi "gerdêleya bêhesp" ji kaniya 3 km dûrî gunde avê ji welatiyan re dikşînin.

Şoreşa Rojava ji bo Rojhilata Navîn bûye mînaka jiyan azad û ji bo têkbirina vê modelê çeteyên DAIŞ'ê bi awayekî hovane êrîş dikin. Bi hezaran welatî ji ber êrîşên çeteyan cih û warên xwe terk kirin û hatin li Pirsûsê bi cih bûn. Zarok hê jî hêvî û çavkaniya jiyana welatiyan e. Piştî ku şervanên YPG/YPJ'ê Kobanê azad kirin banga vegerê li ciwanan kirin û niha çavên welatiyan li benda banag vegerê ne.

Lîstika 'bibin hesp' dilîzin

Zarokê temenê wan di navbera 6 û 13'an de diguherin û li gundê Çorta yê Pirsûsa Rihayê bi cih bûne li gorî hêza xwe alîkariyê didin welatiyan. Her roj bi "gerdêleya bêhesp" ji gundê Bethê yê 3 km dûrî wan e avê bar dikin û tînin gund. Zarokên ku di destên wan de bîdonên mezin hene tîjî av dikin û li gerdêleya bêhesp dikin. Hin zarok nîrê gerdêleyê hildigirin û yên din jî dahf didin. Zarok bi vî awayî avê tîni malê. Her roj gelek caran zarok bi vî awayî avê dikşînin malê. Zarok ev xebat ji xwe re kirine wekî listikekê û her roj bi vê lîstikê dilîzin. 

Zarokê 11salî Ehmed Heso diyar kir ku hemû zarok kar û barê dikeve ser milê wan pêk tînin û wiha got: "Heke DAIŞ'ê êrîşî Kobanê nekiribûya niha em li ser axa xwe bûna. Me yê li dibistanên xwe lîstikên xwe bilîsta. Lê belê şervanên YPG/YPJ'ê wê ev rojên berê dîsa ji bo me bînin."

Ew berdela azadiyê bar dikin

Gundê Çorta di navbera gundên Qop û Bethê de ye li beramberî Kobanê ye û ji wir Kobanê xwe xuya dike. Zarok ligel ku temenê xwe yên biçûk jî barê azadiyê dane ser milê xwe û bêyî ku gazincan bikin vî barî digihînin malên xwe. Ew rûyên bi ken avê ji malên xwe re dikşînin.

(zt)