Li Nisêbînê jin ji bo DKY ê amadene
12:38
Beritan Canozer/JINHA
AMED – Navenda Jinan Gulşîlav xwe ji bo malavahikirina Meşa Jinên Cîhanê (DKY) ê ya ku dê ji Nisêbînê despêbike amade dike. Standa 6-7 ê Adarê ku dê jig elek welatên cîhanê û gelek bajarên Tirkiyê jin beşdar bibin hat avakirin.
Yekem Meşa Jinên Cîhanê ya jin ji qite ber bi qiteyan welat ber bi welatan ve dimeşin di sala 2000’an de despêkiriye. Dê ji bo balkişandina ser “Şoreşa Jinan ya Rojava” îsal 4’emîn Meşa Jinên Cîhanê ji ser sînorê Rojava ji Nisêbînê despêbike. Dê di 17’ê Cotmehê Roja Tekoşîna Feqîriya Navnetewî li paytexta Portekiz Lizbonê bi dawî bibe. Mijarên ku DKY yê derixstine pêş “Gasp û metakirina xwezayê, çavkaniyên debarê û gaspa kedê, kontrola ser beden û jiyana jinan, militarizasyon, kriminalizasyon û şidet e.” Xebatkara Navenda Jinan Gulşîlavê Meryem Îbrahîmoglu girêdayî amadekariyên wan yên malavahiya ji bo Meşa Jinên Cîhanê wiha axivî: “Em weke jinên Nisêbînê şana û bi kelecanin amadekariyan dikin.”
Dê bi sedan jin bên
Dê vekirina DKY ê di 6’ê Adarê roja înê saet di 09.00’an de li Nisêbînê bê kirin. Dê vekirna Meşa Jinên Cîhanê 6’ê Adarê roja înê saet di 9.00’an de li Nisêbînê bê kirin. Dê di navbera saet 9.00-11.00’an de bi navê ‘Konfedralîzma Demokratîk û Şoreşa Rojava ya bi pêşengiya jinan despêkirî’ û ‘Mêtîngeriya xweza û ekolojiyê’ bi panel û foruman bên pêkanîn. Dê ji saet 13 heta 16’an jî panel û forumên bi navê ‘Nîqaşên jineolojiyê’ û ‘Keda jinan û bi her awayî şidetên ser jinan’ berdewam bike. Dê roja 6’ê Adarê di saet 18.00’an de bi guhdarkirina muzîka bi dengê Hunermend Mizgîn Tahir bi dawî bibe. Dê di 7’ê Adarê de bernama DKY ê ji Nisêbînê ber bi Mêrdînê ve despêbike. Dê di 7’ê Adarê de li ser sînor bi jinên Kantona Cizîrê re hevdîtin çêbibin. Dê mitînga mezin di saet 9.00’an de li Nisêbînê despêbike. Dê piştî mitîngê jin bi meşekê ber bi Mêrdînê ve bikevin rê. Di saet 16.30’an de jî li Mêrdînê meş bê kirin. Dê bernama 7’ê Adarê di saet 18.00’an de jî bi pêşandana dansê û guhdarkirina muzîkê bi dawî bibe.
Gulşîlavê dest bi amadekariyan kiriye
Li Nisêbînê di serî de saziyên jinan bi sedan jinan amadekarî kirine. Navenda Jinan Gulşîlav ya kul i navçeyê ji bo gelek çalakiyên 6-7 ê Adarê dê bike ji bo jinan ‘standa keda jinan’ vekir. Dê di standê de saet, lif, şal sicude û gelek tiştên jinan bi destê xwe hilberandî cîh bigirin. Dê dahata sitandê jî ji bo avakirina Kobanê bê şandin. Xebatkara Navenda Jinan Gulşîlav Meryem Îbrahîmoglu girêdayî vekirina standê agahî da û got: “Sedemên vekirina me ya standê hem ji bo şêwirmendiya jinên Nisêbînê, hem ji bo 8’ê Adarê û hem jî ji bo Meşa Jinên Cîhanê ya ku dê ji Nisêbînê despêbike em gelek bi kelecan din ava amadekariyan denin. Ji ber Îsal Meşa Jinên Cîhanê ji Nisêbînê despêdike kelecanek û giringiyek zêdetir dide me. Weke tê zanîn Kobanê di pêvajoya ji nû ve avakirinê deye. Me jî hem ji bo alîkariyek ya me ji bo avakirina Kobanê bibe û hemî jî ji bo em keda jinan raxin ber çavan me biryara vekirina standê daye. Li gel van jî ji xwe amadekariyên dinê hemû li ber qedandinêne. Em li vêderê li benda hevdîtinek bi hêz û şanaziyek mezinin.”
‘Emê rêxistinbûna jinan mezin bikin’
Meryem bilêv kir ku dema jin bixwaze tiştek ku bi sernexen nîne û wiha domadn: “Ji ber dê Meşa Jinên Cîhanê ji vêderê despêbike pêdiviya me bi pêşandana keda jinan hemû û hem jî emê dahata wê ji bo avakirina Kobanê bişînin. Divê em rêxistina xwe mezin bikin û bi hêz beşdarî 8’ê Adara îsal bibin.”
Wateya ‘Jin jiyan azadî’ daketina qadane
Meryem anî ziman ku herî zêde pêdiviya jinan bi rêxistinbûnê heye û wiha berdewam kir: “Herger di cîhanê de tenê jinek ya şidetê dibîne hembe tê wateya hemû jin şidetê dibînin. Dema ku mêrek dengê xwe li jinekê bilind bike yan jî destê xwe lê raket ê wateya nêzîkatiya li hember hemû jinan. Em bang li hemû jinan dikin ji bo pêşewazîkirina 8’ê Adarê û Meşa Jinên Cîhanê dakevin qadan. Ji bol i hemberî tacîz û tecawîzê gotina na gotina ‘Jin jiyan azadi’ û daketina qadane.”
(zt)

