Ji bo şervanê YPG/YPJ'ê silava roja 166'an
13:23
JINHA
RIHA - Sedan welatiyên li gundê Miseynter û Elîzerê hatin cem hev û berê xwe dan Kobanê şervanê YPG/YPJ'ê silav kirin.
Çalkiya welatiyên li ser gundên sînor ya bi berxwedana Kobanê re dest pê kir û weke kevneşopiyek lê hatiye bi tevlî bûna sedan welatiyan çalakiya zincîra mirovan pêk anîn û şervanên YPG/YPJ'ê silav kirin. Çalkiya zincîra mirovan ya her roja diçe nêzî Kobanê dibe, îro jî sedan welatiyan destê hev girtin û ji bo şervanên YPG/YPJ'ê yên azadî ji bo Kobanê anîn bejna xwe tewandin û berxwedan silav kirin. Dîsa li gundê Elîzerê welatiyên hatin cem hev bi alên PKK, KCK, TEVDEM, YPG û YPJ'ê rakirin û bi dirûşmên "Biji azadiya Kobanê", "Biji berxwedana YPG/YPJ/YPŞ/HPG’ê" berz kirin û berxwedana Kobanê silav kirin.
Piştî çalakiya zincîra mirovan çalakgeran dest bi paqijiya derdor kirin.
(zt)

