Dê jinên KESK’ê starta çalakiyên xwe li Bircabizinan bide
13:44
JINHA
AMED - Îsal dê rojeva 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê jinên YPJ ên ku li Kobanê têkoşînê dimeşînin be. Jinên KESK'ê yên ku amedakariyên 8 'ê Adarê li Amedê dikin dê di 1'ê Adarê de li Bircabizinan ji bo jinên ku jiyana xwe ji dest dane fenerên hêviyê bifirînin.
Jinên Platforma Şaxa KESK'ê a Amedê amedakariyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê didomin. Jinên KESK'ê bi diruşma KJA yê ya "Emê bi jinên li Kobanê têkoşînê dide xwe birêxistin bikin û jiyanê azad bikin" biryara xebatên hevbeş girtin. Berdevka demî ya jinên KESK'ê Saniye Seykan diyar kir ku îsal jinên li Kobanê têkoşînê didin dê mohra xwe li çalakiyên 8'ê Adarê bixin. Saniye bibîrxist ku starta Meşa Jinên Cîhanê li Kurdîstanê hatiye dayîn û wiha got: "Em li kargehên xwe ji bo Meşa ku starta wê li Nisêbînê hatiye dayîn banga tevlîbûnê dikin. Bi pankartên ku emê bi kargehan ve daliqînin, bi belavokan û bi belavokên destan em xebatên tevlîbûna gel û tevlîbûna jinên kedkar yên KESK'ê dimeşînin."
Ji bo jinên kedkar diyariya 8'ê Adarê
Saniye anî ziman ku ew bi Kongra Jinên Azad (KJA) yê re xebatên hevbeş dimeşînin û li gel wê bernameyê çalakiyan jî hene. Her wiha ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê quflik dane çêkirin, Saniye da zanîn ku li hemû navendan meşa meşaleyî dê hemdem bê li darxistin û wiha dawî li axaftina xwe anî, "Ez wisa bawer dikim ku hemû jin hewceye tevde bimeşin û em ji vê hêzê bigrin. Em nabin koleyê AKP'ê û sermaye. Ji ber wê em xebatên pêwîst dimeşînin.”
Bernameya Jinên Platforma Şaxa KESK’ê ya Amedê wiha ye;
"*Di 1'ê Adarê de li Bircabizinan dayîna starta 8'ê Adarê, Forum û firîna fenerê Hêviyê,
*Bi pêşengiya Egitim -Senê dê di 6'ê Adarê de li Navenda Çanda Cegerxwîn şanoya "Bila jintî bi me bimîne" bê pêşandan.
*Di 6'ê Adarê de li hemû navendan hemdem meşa meşaleyî ya KESK'ê dê bê lidaxistin."
(ks/zt)

