PAJK: Li hemberî kirinên ser zarokan tên kirin bêdeng nemînin
14:16
JINHA
İZMİR – Ser navê Girtiyên PAJK’ê Kajîn Perî axivî û got: “Li zarokên pêşeroja me xwedî derketin li hembûna xwe xwedîderketine. Ji ber wê jî em bang li hemû gelê xwe dikin, li zarokan xwedî derkevin û ji bo wan bi qasî tê xwestin bertek nîşan bidin.”
Girêdayî di van rojên dawiyê de zêdebûna tacîz û tecawîza ser zarokên di girtîgehan de ser navê Girtiyên PAJK’ê Kajîn Perî daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat bi bîrxistin k udi Hevpeyîmana Mafê Zarokan ya Navnetewî de Tirkiye welatek aliye û û wiha hat gotin: “Li gel di Hevpeyîmana Mafê Zarokan ya NY ê de dewleta TC ê û hikumeta AKP’ê kaliye jî polîtîkaya tinekirinê ser zarokan dimeşînin, ji bo mirovahiyê ji nirxên wan dur bixin û pêşerojek li gorî xwe avabikin tiştên hişê mirovan nagirin dikin. Êdî hijmara zarokên me yên li kolanan tên qetilkirin, bê suc dixin girtîgehan, di girtîgehan de rastî tacîz û tecawîzan tên nayê zanîn.”
‘Em bang dikin bi qasî tê xwestin bertek bên nîşandan’
Di daxuyaniyê de balhat kişandinal ser şideta ser jin û zarokan berdewam dike û wiha hat domandin: “Çawa ji derve dewlet pişta mêrên jinan tecawîz dikin û qetildikin digirin, di hindir de jî pişta yên îstismara zayendî li zarokan dikin digirin. Hîna îskence û kirinên nayê hişê mirovan yên di Girtîgiha Pozantiyê de di hişê mirovan de zindî ne, vê carê jî heman kirinan ser zarokên li Girtîgeha Şakranê didin meşandin. Her wiha li Wanê jî polîs zarokên ku girtine binçavan îskenceyên zayendî li wan kirine. Ev hemû polîtîkayên dewletê ser zarokan li ber çavanin. Divê li hember îskence, tacîz û tecawîza li girtîgehan ser zarokan tê kirin hemû mirovên ji xwe re dibêjin em mirovin bi qasî tê xwestin bertekan nîşan bidin. Her wiha divê di doza Pozantiyê de bi qasî tê xwestin ceza bê dayîna berpirsan.
Ji bol i hemberî van kirinan berpirs hesb bidin em weke Girtiyên PAJK’ê emê ji bo saziyên netewî û navnetewî ya pêwîst bikin û serlêdan bikin. Cardin ji bo girtîgehên zarokan bên girtin û zarok bigihin mafên xwe ya pêwîst emê bikin. Li zarokên me yên ku pêşeroja mene xwedî derketin li hembûna xwe xwedî derketine. Ji ber wê jî divê hemû gelê me li hemberî van kirinan şiyarbin, li zarokan xwedî derkevin û ya pêwîst bikin.”
(zt)

