Ji Koordînatora DKY'ê Graça Samo re astengîya vîzeyê
14:32
JINHA
ENQERE - Koordînatora Meşa Jinên Cîhanê (DYK) Graça Samo ya Mozambîkî ya di çarçoveya 4'emîn çalakiya Navneteweyî de, ji bo tevlî çalakiya 6'ê Adarê ya li Nisêbînê bê lidarxistin bibe ji Tirkiye serlêdana vîze kir. Serlêdan bê hincet hat red kirin. DKY, redkirina vîzeya Graça şermezar kir.
Serlêdana vîzeya Koordînatora Navneteweyî ya DKY'a Graça Samo ya di nava delegasyona Navneteweyî de cih digre hat red kirin. Wezîrê karê hûndir bêhincet serlêdana vizeya Graça Samo asteng kir. Graça li Forum Mulher (Foruma jinan) ya herî mezin a Mozambîkê demekê rêveberî kir şûnve di sal a 2013'an de koordînatora Navneteweyî ya Meşa Jinên Cîhanê hat hilbijartin û Sekreteryaya Navneteweyî barî Mozambîkê kir. Di daxwuyaniya Koordînatoriya DKY a Tirkiye hat dayînde wiha hat gotin, "Em astengiya Hukumeta Tirkiye ya tevlîbûna koordînatora Navneteweyî ya DKY 'ê Graça Samo şermezar dikin."
DKY a ku di 163 welatan de nêzî 6000 komên jinane û li hember tundî û feqîriyê di Tevgera çalakiyên femînist ya navneteweyî ye têkoşînê dimeşînin, îsal jî ji ber Şoreşa Jinên Rojava dê li Kurdistanê bin.
Dê jin di 6-7’ê Adarê de li Nisêbînê hin çalakî û foruman lidarbixin.
(ks/zt)

