Li Sêrt, Êlih, Cizîr, Silapî, Midyad Çinarê amadekariyên 8’ê Adarê
15:41
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN – Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê Platforma Jinên Sêrtê bernameya xwe ya çalakiyan aşkere kirin. Dê jinên Sêrtê di 1’ê Adarê de starta çalakiyên xwe yên 8’ê Adaêr bidin.Li Midyadê belavok hatin belav kirin. Jinên Êlih, Cizîr û Silopiya ji bo jinên girtî kart şandin. Jinên Çinarê jî di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de li jinan qurnefîl belav kirin.
SÊRT
Platforma Jinên Sêrtê li ber Navenda Şêwirmendiya Jinan Berfîn ê ya Şaredariya Sêrtê bernameya çalakiyên xwe yên 8’ê Adarê diyar kirin. Di daxuyaniyê de HDP, DBP, Meclisa Dayîkên Aştiyê, Meclisa Jinên KESK’ê, Navenda Şêwirmendiya Jinan Berfîn, ÎHD, MAPER, TUHAD DER û MEYADER jî di navê de gelek komele û sazî amadebûn. Esra Celile Adiguneş daxuyanî xwend û diyar kir ku ew 8’ê Adara îsal atfî jinên di berxwedana Kobanê de li hemberî çeteyên DAIŞ’ê li ber xwe didin dikin. Esra da zanîn ku dê bi duruşma “Em bi jinên di berxwedana Kobanê de li ber xwe didin xwe bi rêxistin bikin û jiyanê azad bikin” di 1’ê Adarê saet 12.00’an de li Sêrtê bi şahiyekê starta çalakiyên xwe yên 8’ê Adarê bidin.
Esra balkişand ser Paketa Ewlehiya Navxweyî û wiha bang li gel kir: “Emê weke jinên kurd bi çanda xwe, kincên xwe yên netewî û xeftanên xwe qadan dagirin û li hemberî yên çanda me û kincên me yên netewî qedexe dikin bertekên xwe nîşan bidin.”
Bernama çalakiyan wihane;
“2’ê Adarê saet 19.00’an li Parka Bajar ya Orhan Dogan ya li Taxa Aştiyê pêşandana sînevizyonê, li gel wê jî şano û guhdarkirina muzîkê hene,
3’ê Adarê saet di 12.00’an de dê li navçeya Tillo ji jinan qurnefil bên belav kirin,
4’ê Adarê saet di 12.00’an de dê li navçeya Şîrvanê panel û şahî bê kirin,
5’ê Adarê saet di 19.00’an de dê li taxa Conkbayir ê sînevizyon bê pêşandan,
6’ê Adarê saet di 12.00’an de li navçeya Dihê şahî heye,
6’ê Adarê saet di 19.00’an de li Taxa Conkbayir ê heya taxa Ulusê meşa meşaleyî bê kirin,
7’ê Adarê saet di 12.00’an de li navçeya Misricê şahî,
7’ê Adarê li kampa Dudêran ya Şengaliyan li jinan qurnefil dêbê belavkirin,
8’ê Adarê saet di 10.00’an de dê li Meydana Cumhuriyetê ya navenda Sêrtê mitînga mezin bê lidarxistin.”
ÊLIH
Girêdayî mitînga 2’ê Adarê jinên amadekariyê dikin banga tevlîbûnê li hemû jinan kirin. Endamên Kongreya Jinên Azad (KJA) a Êlihê bi munasebata 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cinanê, ji jinên di girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê de tên girtin nameyên pîrozbahiyê şandin. Jinên ku li ber avahiya rêxistina DBP'ê kom bûn heya postexaneya navendê meşiyan. Endamên KJA'ê ku ji bo jinên di girtigehan de tê girtin nameyên pîrozbahiya 8'ê Adarê şandin. Piştî ku jinan nameyên xwe şandin bi tilîlî û lêdana çepikan ji postaxaneyê veqetiyan.
Paşê jî jinan gorên jinên gerilla yên li Goristana Asriyê jî ziyaret kirin.
CIZÎRA BOTAN
Ji jinên girti re kart hatin şandin
Li Cizîrê KJA yê bi mûnesabata 8’ê Adarê ji girtiyên jin yên sityasî re kert şand. Endama KJA’ê Wesîle Sarican got ku êdî ew naxwazin ji girtiyan re qartan bişinîn êdî pêwiste girtîgeh bên vala kirin.
Li Cizîrê bi mûnasebeta 8 Adarê, endamên Kongra Jinên Azad (KJA) jî din av de gelek jinan ji gitiyên sîyasi yên jin re qert şand. Bi dehan jin li ber avahiya HDP’ê ya Cizîrê hatin cem hev û bi ber postexana bajêr ve meşiyan. Jin bi cêlê xwey gelerî tevlî meşê bûn û karanfil li jinên derdorê belavkirin. Dema jina ber bi Postana Cizîrê ve ketin rê bê navber slogana “jin jiyan azadî” avêtin. Li ser navê jinan Wesîle Sarican axivî û wiha bang li rayadaran kir: “Êdî em naxwazin herin ber derê girtigehan em naxwazin êdî kart ji girtiyan re bişînin. Bila girtiyyên me berdin.”
Wesile banga tevlibûna mîtinga ku di 1’ê Adarê li Cizîrê bê li darxistin kir û ji jinên tirk jî xwest ku pişttgirî bidin wan û vî şerî bidin sekinandin .
SILOPÎ
Endamên Kongreya Jinên Azad (KJA) bernameya xwe ya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê ya Silopî aşkere kir. Endamên KJA'yê, Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek jin tevlî daxuyaniya ku li avahiya DBP'ê hat dayîn bûn. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Silopî Aycan Azma ve hat xwendin. Azma di kesayeta Arîn Mîrkan de hemû jinên têkoşer ên ku jiyana xwe ji dest dane bi bîr xistin û diyar kir ku ew ê 8'ê Adarê bi ruhê berxwedana wan pîroz bikin.
Azma di dawiya axaftina xwe de bang li jinên Silopî û tevahiya Botanê kir ku tevlî mitînga 2'yê adarê li Qada Newrozê pêk were bibin.
Bernameya 8'ê adarê ya Silopî wiha ye;
27'ê sibatê dê ji bo jinên di girtîgehan de name werin şandin.
28'ê sibatê dê li sûka Silopî gul li jinan werin belavkirin.
2'yê adarê li Qada Newrozê bi tevlîbûna Hevseroka KCD'ê Selma Irmak û endama KJA'yê Ceylan Bagriyanik mitînga mezin were lidarxistin.
5'ê adarê li bajaroka Giteyê şahî were lidarxistin.
7'ê adarê li bajaroka Tilqebîn şahî were lidarxistin.
8'ê adarê li bajaroka Bêspin şahî were lidarxistin.
MIDYAD
Li navçeya Midyadê ya Mêrdînê Endamên Kongreya Jinên Azad (KJA) ji bo pirîzbahiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cihanê ya ku di 1'ê Adarê de bê li darxistin belavok belav kirin. Jinên ku li ber avahiya HDP'ê kom bibin dê heta avahiyê DBP'ê bimeşin. Koma Dengê Jinên Azad û koma erbaneyê jî tevli bernameyê bibin.
ÇINAR
Têkela Kongra Jinên Azad (KJA) ya Çinarê girêdayî bernameya xwe ya çalakiyên 8’ê Adarê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di navê de Hevşaredara Çinarê Rukiye Eryilmaz jî heyî gelek jin li Parka Navenda Jinan Jinwarê ya dibin banê Şaredariya Çinarê de xebatên xwe dimeşînin de hatin bahev û daxuyanî dan. Ser navê jinan Civakna û Xebatkara Navenda Jinan Jinwarê Umran Nar axivî û qala dîroka 8’ê Adaêr Roja Jinên Kedkarên Cîhanê kir û got: “Bi salane jinan gelek qirkirin jiyan kirin. Hîna jişmendiya DAIŞ’ê ya kul i Şengalê qirkirin kirin û jinên Şengalî li bazaran weke kole firotin berdewam dike. Îro Hêzên Paratina Jinan (YPJ) ya li Rojava despêkirî Rojhilata Navîn didin guherîn. Azadiya Kobanê ji bo hemû jinên cîhanê bû çavkaniya îlhamê. Em weke têkelên KJA yê tekoşîna wan weke tekoşîna xwe dizanin.”
Umran ji bo tevlîbûna şahiya 5’ê Adarê ya ku dê di saet 11.00’an de bê lidarxistin û Meşa Jinên Cîhanê ya ku dê di 6-7’an de ji Nisêbînê despêbike banga tevlîbûnê li hemû jinan kir.
(at-ma/zt)

