Li Mêrsînê ji bo Ozgecan û Kobanê di 1'ê Adarê de mitîng

15:53

 


JINHA


MÊRSÎN - Platforma Jînê ya Mersînê ya temsîliyeta hemû jinên bajar dike di 1'ê Adarê de ji bo bîranîna Ozgecan Aslan bi duruşma "Bi serhildana jinên tê qetilkirin û bi coşa jînên Kobanê jin li qadanin" mîtînga jinan ya herema Çûkûrova lidardixe.


 Platforma Jinan ya Mêrsînê  di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên  Cîhanê de di 1 'ê Adarê roje yekşemê de mîtînga herema Çûkûrova li dardixe. Diruşma Mîtînga ku atfî Ozgecan Aslan hatiye kirin  "Bi serhildana jinên qetilkirî û bi coşa jinên li Kobanê jin li qadanin." ne. Jinên ku dê  di seat 11'an de li Mêrsîn Forum Havuzbaşi serbîrka foruma Mêrsînê bicivin ber bi stada Teyfîk Sirri ve bimeşin. Destpêka mîtînga ku çav li rêye bi hezaran jin tevlî bibe de li gel jinan Hevseroka HDP'ê Fîgen Yûksekdag, Seroka koma HDP'ê Parlementer Pervîn Bûldan  û parlementera HDP 'ê Nûrsel Aydoganê jî tevlî bîbe. Di mitîngê de Hunermend Meral Tekçî  bi Kurdî û Koma Nîdal jî wê  bi erebî bistre.


Emê bi coşa Kobanê biherikin qadan  


Aktivîsta Platforma Jinên Mêrsînê Ozlem Şen di derbarê amedekariyên Mitînga 1'ê Adarê de agahî da û diyar  kir ku  ji bo li hember qetilkirina Ozgecan ji heremê dengê  xurt derkeve biryara mitîngê li Mêrsînê daye. Ozlem bilêv kir ku mitîng di şexsê Ozgecan Aslan de atfî hemû jinên hatiye qetilkirin kirine.


Ozlem destnîşan kir ku duyemîn mijara girîng ya mîtîngê jî Şoreşa Rojava ye û wiha domand, "Em dixwazin coşa Kobanê derxin qadan. Li Rojava şoreşek heye û ev şoreş şoreşa jinê ye. Ji ber şoreşa li wir wê me azad bike çavên me li  Kobanê ye."


Wê mîtînga heremê be


Ozlem anî ziman ku ew weke Platforma Jinên Mêrsînê  dixwazin li hember qetilkirina jinê û ji bo dengekî xurt bidin Kobanê û her wiha ne tenê ji Mêrsînê ji Edene û Antaqyayê jî tevlîbûnê xurt çê bibe û dê mitînga heremê bê lidarxistin.


Ozlem bangatevlîbûna mitinga heremê li jinên çûkûrovayî kir.


(ks/zt)