Meclîsa Jinên Ciwan a DBP 'ê banga beşdariya meşê kir
16:01
JINHA
STENBOL - Meclîsa Jinên Ciwan yên DBP a Stenbolê bi durûşma "Em jiyana azad ava bikin" banga tevlîbûna Meşa 1'ê Adarê li jinên ciwan kirin.
Meclîsa Jinên Ciwan yên DBP a Stenbolê ji bo banga tevlîbûna meşa ku bi durûşma "Em jiyana azad ava bikin" li Kadikoyê li darbixe, li komeleya Xwendekarên Zanîngeha Marmarayê daxwuyanî dan çapemeniyê. Li ser navê Meclîsa Jinên Ciwan Sîbel Canoz daxwuyanî da û diyar kir ku jin bi salan e li hember polîtîkayên tecavuz, qetlîam û bêbandorkirinê bêdeng dihat hiştin. Sîbela destnîşan kir ku weke pratîka Şoreşa Rojava meşaleya azadiyê hilgirtiye û wiha axivî, "Jin li ser axa ku azadiya xwe winda kiriye jiyana azad ava dike. Çeka jinê vîna wane. Arîn Mîrxan, Şopdarê xêza çalakiyên fedaî Kader Ortakaya û hemû jinên ku di vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane bûne serhildana hemû jinên Rojhilata Navîn û Cîhanê.
Sibel bi durûşma "Werin em enerjî, av û axa xwe komun bikin jiyana azad ava bikin" banga meşa ku dê di 1'ê Adarê di seat 12 'an de li Kadikoy'ê bê lidarxistin kir.
(ks/zt)
