Li Dêrika Çiyayê Mazî coşa 8’ê Adarê zu despêkir

16:18

 


JINHA


MÊRDÎN - Li Dêrîka Çiyayê Mazî bi pêşengiya Kongreya Jinên Azad (KJA) bi durûşma "Jin Jiyan Azadî" çalakiya jinan hat lidarxistin.


Li Navçeya Dêrika Mêrdîn'ê pîrozbahî û civînên ku di pêşengiya KJA  di çarçoveya 8'ê Adarê de tê lidarxistin bi hemû coşa xwe berdewam dike. Herî dawî li taxa Heboşî, Qizil, Xırbê heriyê û Şabana bi tevlîbûna gelek jinan  çalakî hatin lidarxistin. Xebatkara Navenda Jinan ya Peljîn a di çalakiyê de axivî û diyar kir ku jinên kurd li Kobanê, li Şengalê û li hemû qadan têdikoşe û got, "Dê têkoşîna me heta ku azadiya jinê bê afirandin wê berdewam bike."


Çalakî bi govendên hat gerandin û bi dirûşmên  "Jin, Jiyan Azadî" bi dawî bûn.


(ks/zt)