Kampanya ya ' Bila Girtîgehên zarokan bêngirtin’
19:00
JINHA
AMED/ŞIRNAK- Endamên Koordînasyona Hewildana Bila Gîrtîgehên Zarokan Bên Girtin, ji ber binpêkirinên mafên zarokan li girtîgeha Şakran û Wanê li ber Girtîgeha girtî ya Tîpa E ya Amedê protesto kirin. Bi heman armancê li Şirnexê jî endamên Komaleya Mafên Mirovan (ÎHD) kampanyaya îmzeyan da destpêkirin.
Endamê Koordînasyona Hewildanla Bila Girtîgehên Zarokan Bên Girtin pîşt nuçeyên ku li Girtîgeha girtî ya Tîpa M ya Wanê yên li hember zarokan tacîz û li girtîgeha Girti ya Tîpa M a Wan jî dibin navê kursên weke berberî de ji aliyê kesên bi cuppe û bi şaşik ji bo tevlî DAIŞ'ê bibe maruzê gotinan hatine li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê daxuyaniya çapemeniyê dan.
'Li rûmeta mirovahiyê nayê'
Berdevka Koordînasyonê Parêzer Gamze Yalçin di daxwuyaniyê de dîyar kir ku pergala edaleta zarokan ya Tirkiye ne li gor qrîterê navneteweyiye û zarok li girtîgehên vekirî û girtî rastî binpêkirinên mafan tên. Piştî serhildanên Kobanê yê 6-7'ê Cotmehê binçavkirin û girtina zarokan zêdetir bû ye. Gamze dest nîşan kir ku girtîgeh ji bo pêşketina zarokan ya psîkolojîk û ruhî pîr xîrab e û xwest Wezîrê Dadê ji bo bûyerên li gîrtîgehan diqewime demîldest lêpirsîn û lêkolînê bide destpêkirin.
Gamze da zanîn ku îstîsmara zayendi ya li hember zarokan û bûyerên tecavuzê yên li Şakranê diqewimin êdî li gorî rêgezên miravahiyê nayê pejirandin. Gamze dest nîşan kir ku gav ne avêtina Wezareta Dadê bû sedema duh li Pozanti û îro jî li Şakranê li hember zarokan binpêkirina mafan pêk bê û wiha domand: “Me di nava sala 2014'an de ji aliyê Rêxistinên Mafên mirovan ji bo binpêkirinên mafên mirovan yên Şakranê bê lêkolîn kirin serlêdankir lê belê ji ber rayedaran li 3 meymûn lîstîn û bêdeng man ev bûyer qewimîn.”
Gamze Yalçin,di derbarê binpêkirinên mafan yên li Girtîgehan de 5 xwestek rêzkir:
* Divê ji zarokan re pergalekî xweser a ji girtinê dûr û tevlî pergala edaletê neyê kirin bê avakirin.
* Divê girtîgeh ji rêxistinên mafên mirovan û saziyên civakî yên sivîl re bên vekirin.
*Mafên di bin Peymana Mafên Zarokan a NY'ê de hatin qebûlkirin weke mafê mirovan ên bingehîn bên qebûlkirin û yên wan mafan binpê dikin bên cezakirin.
*Divê têkildarî binpêkirinên mafên mirovan ên zarokan di girtîgehan de lêpirsînekî bi hêz bê meşandin. Divê dest ji polîtîkayên bêcezakirinê bê berdan.
*Divê hemû girtîgehên zarokan weke cihên pêşketina zarokan asteng dike bê qebûlkirin û hemû girtîgehên zarokan bên girtin.
ÎHD'ê ji bo gîrtîgehên zarokan bên girtin kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin
Şaxa ÎHD a Şirnexê jî ji ber binpêkirinên mafan û îstîsmara zayendî ya li hember zarokên girtî kampanyaya îmzeyan da destpêkirin.Kampanya li qada azadiyê ji aliyê endamê komaleyê ve ragihandin.
Hevşaredara Şirnexê Eylem Onûk, Rêveberên DBP û HDP'ê , MEYA-DER, TUHAD-FED, Navenda Şewîrmendiya Jinan ya Zahîde û endamên Kurdîderê jî tevlî daxwuyaniyê bûn.
Rêveberê şaxa ÎHD'ê Mûcîp Erdem agahiya kampanyayê ragihand û diyar kir ku girtina zarokan di wîcdanê civakê de birînê bêderman vedike û got, "Derket holê ku di girtîgehan de bûyerên ku bandora xwe li ser jiyana zarokan dike diqewimin û pêwiste zarok ji pergala vê dadê bên durxistin."
Mucip diyar kir ku kampanyaya îmzeyan dê heta 10'ê Nîsanê bidome û bang li derdorên demokrat kir ku piştgiriyê bidin kampanyaya ku ligiştiya Tirkiye bê destpêkirin.
(ks/zt)

