Şervana jin a MLKP'ê: Em soza serkeftinê didin jinan
09:11
Rojda Serhat / Şevin Şervan / JINHA
CİZÎRÊ – Ji 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê re çend roj mane, jin bi biriyarin ku her rojê bikin 8’ê Adarê. Li aliyekê jinên Rojava li hemberî çeteyên DAIŞ’ê berxwedanek destanî didin meşandin, li aliyê dinê jî jin li bajaran li hemberî deshilatiya mêran tekoşînê dikin. Dîlan Serhat ya MLKP yî k udi berxwedana Rojava de cîh digire jî 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û got: “Em siza serkeftinê didin jinan.”
Dîlan Serhat ya MLKP yî k udi berxwedana Rojava ya li hemberî çeteyên DAIŞ’ê de cîh digire girêdayî 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê nirxandin kir. Şervana MLKP’ê Dîlan Serhat ya k udi nava refên YPJ’ê de cîh digire wiha dibêje: “Em li vêderê bi hêza kum e ji bawerî û vîna hevalên xwe Sara, Arîn û Kader girtî tekoşînê berdewam dikin.” Dîlan anî ziman ku dê 8’ê Adarê jî di çeperên şer debin û wiha got: “Emê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê û hemû hişmendiya paşvero ya faşîzane şer bikin. Şerê me ji bo mezinkirina vîna jinan, serkeftina şoreş û pêşeroja jinane.”
Ji çeperên şer ji bo jinan bang
Dîlan wiha axaftina xwe berdewam dike: “Hebûna jinan din ava şoreşa Rojava de bi qasî giringiya wê ya ji bo hemû jinên cîhanê ji bo em bi tekoşîna azadiyê û bilindkirina vînê din ava şoreşa Rojava de cîh digirin. Di van çeperan de li hemberî çeteyên DAIŞ’ê yên faşîst û deshilatiya paşveru ji bom e serbilindiyeke.” Dîlan weke şervanek MLKP’ê din ava şoreşa Rojava de cîh girtî bang li hemû jinan kir û got: “Em ji çeperên berxwedanê despêkê soza serkeftinê didin hevalên xweyên jin yên şehîd û hemû jinên kedkar. Banga me ji bo hemû jinên ku dilê wan ji bo azadiyê lêdixe; bila tevlî tekoşîna şoreşa Rojava bibin. Em cejna 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê li hemû jinên Bakurê Kurdistanê, Tirkiyê û hemû cîhanê pîroz dikin.”
‘Bila jin cihê xwe din ava tekoşînê de bigirin’
Berfîna ku di çeperên berxwedana Kobanê de cîh digire jî sedema tevlîbû xwe ya nava refên YPJ’ê wiha anî ziman: “Sedema tevlîbûna min ji bo têgihiştina jinan, di feqêdebûna jinbûna xwe û li mafê xwe geryanê bû. Ji ber berî ez beşdarî nava refên tekoşînê bibim min mafên meç ine divê ji bo desxistina wan çî bê kirin ne dizanî. Bi girtina perwerdeyan em ketin ferqa mafê xwe de. Ji bo azadiya xwe û welatê xwe ez beşdarî vê tekoşînê bûm. Banga min ji bo hemû jinan; li Bakur, Başur, Rojhilat û Rojava bila jin bên beşdarî nava refên berxwedanê bibin. Divê tevlîbûna jinan ji ya mêran zêdetirbe û zêdetir cihê wan din ava tekoşînê de hebe. Divê jin din ava refên tekoşînê de cîh bigirin û rastiya xwe bibînin.”
‘Divê hemû jinên cîhanê beşdarî vê şoreşê bibin’
Berfîn bilêv kir ku ew bi ronahiya felsefeya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Rojava şer dikin û wiha domand: “DAIŞ’ê bawernedikir dê jin li hemberî wan çekê bigirin û şer bikin. Dema ku em dîtin cesareta wan şikest. Çeteyan digotin ‘Bila em bi guleya mêran bimirin, heger em bi guleya jinan bimirin emê neçin cenetê.’ Me li hemberî van çeteyan çek rakir û şer kir.” Berfîn destnîşan kir ku dema ew beşdarî nava tekoşînê bûne haqîqet naskirine û ji YPJ’ê hêz girtine û got: “Din ava refên berxwedanê de em ketin ferqa rastiya xwe û koletiya xwe de. Divê hemû jinên Bakur, Başur, Rojhilat, Rojava, Tirkiye û hemû cîhanê bên beşdarî nava refên berxwedanê bibin. Şoreşa Rojava şoreşa jinane. 8’ê Adarê ji bom e rojek gelek bi nirxe. Ez 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz dikim.”
(zt)

