'Em ê bi hişmendiya jin jiyan azadî biherikin qadan'
09:17
JINHA
RIHA - Welatiyên jin ên Kobanê yên ku di nava konbajarê Şehîd Gelhat de dimînin, ji bo rêveberiya konbajar Meclîsa Jinan avakirin. Li gor plansaziya komîsyonê 50 jin di nava vê komîsyonê de cih digire. Endamên komîsyona jinan Nûda Brahîm da zanîn ku di nava konbajar de li hemû qadan berpirsyariyên jin cihê xwe digirin.
Welatiyên Kobanê ên di nava konbajaran de dimînin di hemû aliyan de konbajarên xwe bi rêxistin kirine û di nava vê rêxistinê de welatiyên jin bi awayekê aktîf di nav de cih digirin. Li konbajarê Şehîd Gelhat ê ku ji aliyê Şaredariya Pirsûsê ve hatin vekirin de jinên ciwan Meclîsa Jinan avakir û gotin ku êdî di hemû beşên civakî de jin, rol û rista xwe dilîze. Berpirsyara Komîsyona Asayîşê û endama Meclîsa Jinan a Şehîd Gelhatê Nûda Brahîm (16) got ku ji bo tevlîbûna xebatên wan gelek jin serî li wan didin û hez dikin tevlî xebatên wan bibin. Berpirsyara meclîsa tenduristiyê û endama meclîsa jinan Mizgîn Ehmed (17) jî got ku ew bi vekirina meclîsa ciwanan pir keyfxweşbûne û ji vir şûnde ew ê xebatên xwe bi awayekê baştir bi domînin.
'Ji bo avakirina meclîsê tevlîbûnên mezin hene'
Nûda got ku jinên di nava konbajar de piştî xebata wan dît baweriya wan gelek pêşketiye û dixwazin di nava xebatên jinan de cih bigirin û wiha got:"Di destpêkê de ji bo avakirina meclîsê dê nêzî 60 jin tevlîbûn û bi awayekî baş meclîsa me hat avakirin. Baweriya me bi me û xebata me jî heye. Dema ku em radibin em bi dirûşmeya ' Jin jiyan azadî' ve rabûn û em bi xebata xwe de jî layiqê vê gotinê dijîn û em lê xwedî derdikevin."
'Hemû karê me li ser jinê ye'
Nûda der barê 8'ê Adarê roja jinên cihanê got ku divê di roja 8'ê Adarê de jin bi tevahî rabin ser piyan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: " Hevalên me yên jin hemû karê xwe bi awayekê serkeftî dikin. Hejmara me jî her tim diçe zêde dibe. Ji bo 8 welatiyên jin ên Kobanê yên ku di nava konbajarê Şehîd Gelhat de dimînin, ji bo rêveberiya konbajar Meclîsa Jinan avakirin. Li gor plansaziya komîsyonê 50 jin di nava vê komîsyonê de cih digire. Dîsa ji bo 8'ê Adarê jî amadekarî heye."
'Jin di hemû komîsyonan de cih digirin'
Endama Meclîsa Jinan Mizgîn Ehmed jî da zanîn ku meclîsa jina bi pratîka xwe ve dixwaze ji bo gelê xwe xebatê bike û wiha ev tişt got:"Hevalên me yê jin di hemû beşan de dixebitin û heya vedigerin welatê ew ê bi xebitin."
'Ji bo 8'ê Adarê em ê şahiyek li dar bixin'
Mizgîn derbarê komîsyonan de got ku di nava konbajar de hemû komîsyonê de jina cihê xwe girtiye û axaftina xwe wiha bi dawî kir:"Komîsyona Tenduristiyê, Komîsyona Jinan, Komîsyona paqijiyê û hewd hene. Ji bo 8'ê Adarê Roja jinên Cihanê jî em hemû jinên di komîsyonan de cih digirin amadekariyên xwe dikin û em ê şahiyekê di nava konbajar de jî li dar bixin."
(kom/zt)

