Ayşe Duzkan: Divê parastina cewherî bê dayîna zarokên keç

09:46

 


Eylem Daş-Rozerin Tekin/JINHA


STENBOL – Rojnameger û Nizîskar Ayşe Duzkan anî ziman ku divê guh neyê dayîna gotinên deshilatiyê yên civakê mijul dikin û got: “Divê polîtîkaya feministan şoreşgerî û rastîbe. Divê zarokên keç hînî şerkirin û xwe parastinê bibin. Pêdivî bi dîtina perwerda dîn nîne, lê divê ji bo zarokên keç kursên parastina cewherî bên dayîn. Divê ji bo van mijarên giring pêşniyarên me hebin.”


 Rojnameger û Nizîskar Ayşe Duzkan diyar kir ku ne tenê li Tirkiyê li hemû deverên cîhanê şideta mêran berdewam dike, şideta mêran jî girêdayî rolê wan yê nava civakê de tê dayîne û wiha got: “Li vê derê xalek ya kirîtîk heye. Deshilatî ji vê re fitrat dibêje û wiha dinirxîne. Şideta mêran tenê li Tirkiyê nîne. Ne şidet û ne jî pir jinî çêbûna mêran de nîne. Ev hemû bi giştî pirsgirêkek civakiye. Li tevahiya cîhanê dema ku berxwedana jinan mezin dibe li gel wê şideta mêran jî zêde dibe. Li Emerîka, Norvêç û gelek deverên dinê jî mînakên wiha hatine jiyîn.”


‘AKP di mijara şideta ser jinan de polîtîkayê pêşnaxe’


Ayşe desnîşan kir ku APK’ê gelek axaftin guherîn û gelek tiştên nerast gotin û wiha domand: “Ya ku em bikin ji bo polîtîkaya xwe ya alternatîf bernameyekê amade bikin û tiştên di xizmeta civakê de pêş bixin.”


‘Divê li şona waneya dînî kursa parastina cewherî bê dayîn’


Ayşe balişand ser polîtîkaya AKP’ê ya hilbijartinê û wiha berdewam kir: “Li cihê em gotinên wan rexne bikin, ez difikirim ku em li hemberî wê bernameyekê lidarbixin dê zêdetir başbe. Ji ber wê jî divê jin di aliyê civakî, ekonomî, fîzîkî û her aliyî de bên pêşdebirin. Divê zarokên keç hînî şer û xwe parastinê bibin. Perwerda dîn divê neyê dayîn jî dibe, lê divê ji bo jinên ciwan kursên parastina cewherî bên dayîn. Divê ji bo derxistina van bernameyan pêşniyarên me hebin.”


‘Civak bi rojevên ne giring tên mijulkirin’


Ayşe da zanîn kul i Tirkiyê cephê dexistina rojevnê ne giring derdixin pêş û wiha dom kir: “Divê din ava partî û civakê de jinên ser girtî, LGBTÎ û hemû têkelên civakê bikarin di navê de cîh bigirin. Ji bo bi girseyî xebatkirinê divê girse bi xebatên tên kirin bên îqnakirin.”


‘Şoreşgerî bûn ratîbûne’


Ayşe anî ziman ku divê bernameyên feministan berdewam bikin, ji derveyî bernameyên rastî û bawerkirinê wekedinê çareya rizgariya jinan nîne û wiha got: “Divê plîtîkaya me jî rastî û bê bawerkirinbe. Rastîbûn ji bo guherîna jiyana jinan îro pêşniyar pêşxistine.”


(zt)