Jinên Amedê amadekariyên hevdîtinê dikin
10:45
JINHA
AMED – 4’emîn Meşa Jinên Cîhanê (DKY) di 6’ê Adarê de ji Nisêbînê despêdike. Ji ber sekna duyan ya DKY ya ku ji ber meşa xwe ya îsal atfî Şoreşa Jinên Rojava kirine ji Kurdistanê despêdike Amedê ye amade karî li ber qedandinêne.
Îsal ji bo balkişandina ser “Şoreşa Jinên Rojava” starta 4’emîn çalakiya navnetewi ya DKY ya ku ji rêxistin û saziyên feministên navnetewî pêktê dê li Nisêbînê bê dayîn. Sekna duyan ya DKY yê di 8’ê Adaêr de bi tevlîbûna gelek jinên ji deverên cuda yên cîhanê dê li Amedê be. Li Amedê piştî meşê dê di saet 11.00’an de mitîng bê lidarxistin. Di saet 17.30’an de jî dê jin li Navenda Çandê ya Cigerxwînê ji bo xwarina êvarê bicivin. Dê piştî xwarinê li Navenda Çandê ya Cigerxwînê di saet 19’an de bi navê ‘dansa 4 derî 40 cîh’ û pêşangiha ‘keda jinan û nepenî’ bê pêşandan. Dê di 9’ê Adarê de çalakiyên Amedê di saet 11.00’an de li ber peravên Dîcleyê berdewam bike. Amadekariyên KJA yên ji bo mêvankirina DKY yê berdewam dike. Xebakara EPÎDEM’ê Azize Kaya diyar kir ku jinên kurd ji bo malavahîkirina meşê gelek bi kelecan û şanazin.
‘Bi giranbûna wateya 8’ê Adarê re emê jin hemû seferber bibin’
Azîze bilêv kir ku ji bo zêdetir bi şanazî derbazbûna meşê ew lezê didin xebatên xwe û wiha got: “Ji bo bi hêz derbazbûna meşê em lezê didin xebatên xwe. Herî zêde jî mel ez daye xebatên nava taxan. Em li gel hevalên xwe yên jin yên di meclisên taxan de xebatê bi rêve dibin. Ji bo di wate û giringiya 8’ê Adarê de meş baş derbas bibe em jin hemû dê di seferberiyê debin. Ev meş hem ji bo jinên Kurdistan û hem jî ji bo jinên Tirkiyê yekeme. Bi vê wesîleyê em banga daketina qadên 8’ê Adarê li hemû jinan dikin. Ji bo baş derbasbûna meşê em banga berxwedanê li hemû jinan dikin.”
‘Dê îsal ji hemû salan beşdarbûn zêdetir be’
Xebatkara Navenda Şêwirmendiya Jinan Amîda Evîn Gulken jî anî ziman ku ew gelek bi kelecan li benda Meşa Jinên Cîhanê ne û wiha domand: “Ji bom e îsal gelek giringe, ji ber dê di 8’ê Adarê de çavê hemû cîhanê ser Amedê be. Dê Amed bibe bajarê jinan, ji xwe demdirêje me amadekariyên bernameyên wê dikir. Xebatên amadekariyê me li gel hemû saziyên jinan yên nava Amedê bi hev re kir. Dê îsal beşdar bûn ji hemû salan zêdetirbe. Erê Newroz jî giringe jin amadekariyê wê jî dikin. Lê di aliyê nasnameya jinbûnê de dîroka 8’ê Adarê ji bom e jinan gelek giringe.”
‘Ev pêvajoyek dîrokiye ku jinên kurd malavahiyê ji jinên cîhanê re dikin’
Evîn balkişande ser giringiya daspêkirina meşê ji Kurdistanê û wiha berdewam kir: “Êdî xebatên me din ava kolanan deberdewam dike. Beşdarbûna bi hezaran jinan ya meşê li Amedê di rastiya xwe de dide diyar kirin ku ev tekoşîn çiqas gihiştiye astek bilind. Ev serkeftinek ya rêsitinên feministên nava Tirkiyê û bê goman jî serkeftina jinên kurdin. Ji bo jinên cîhanê malavahî kirin ji bom e şanazî û serfiraziyek mezine. Duruşma me ya îsal hemû jinan digire nava xwe. Duruşma me ya îsal ‘Heya hemû jin azad nebe emê bimeşin’ ne.”
‘Ji ber rasthatina meşê li gel 8’ê Adarê wateyek giringtir ya wê heye’
Xebatkara EPÎDEM’ê Ruken Unsal jî derbirî ku despêkirina meşê ji Kurdistanê kelecanek mezine û wiha domand: “Ji xwe rasthatina meşê li gel 8’ê Adarê wate, giringi û kelecanek zêdetir dide. Her wiha di 8’ê Adarê de habûna meşê li Amedê û azadiya Kobanê di heman pêvajoyê de kelecanek zêdetir dede mirovan. Ji ber azadiya Kobanê di heman demê de tê wateya azadiya jinên kurd. Em bi vê kelecanê lez didin xebatên xwe. Divê wê rojê jin dakevin qadan û hemûna xwe bidin nîşandan. Bila hemû jin li qadan bin û hêza xwe nîşan bidin.”
(zt)

