Bi raporê îspatên tecawîza dibin çavan de 13 salin bê ceza!

11:24

 


JINHA


MÊRDÎN - Jina Bi navê H.A  ya di 2002'an de ji aliyê şaxa TEM 'a Muduriyeta  Ewlehiya Mêrdînê   ve dema hat binçavkirin û li  ber çavên hevserê wê rastî tecawuzê hat ji bo bersûc bên darizandin serî li dadê da lê belê doza  yekemîn bi beraatê dawî bû tenê bi 10 mehan ceza encam bû. H.A ya bi biryar û ji bo 'Kesên din jî heman bêhûqûqûyê ne jî' 13’ê Sibata 2013'an bi ferdî serî li dadgeha bingehîn da, lê belê  ev 2 salin di derbarê serlêdanê de tu encam derneket.


Li Bakûrê  Kurdîstanê di salên 90'an  de terora dewletê ya ku bu sedema binpêkirina mafên mirovan gelek kesan para xwe ji wan kirinên der mirovan girtin. Yek ji wan jî  H.A bû. Di 5’ê Adara sala 2002’an de H.A dema ji alîyê Şaxa Têkoşîna Terorê (TEM) a Muduriyeta Mêrdînê ve hat binçavkirin  di binçavan de rastî îskenceya zayendî û fizîkî hat. H.A ya rastî îşkenceya bi copê tecawuz, zayendî,fizikî û hestyarî hat  piştî binçavkirinê  tiştê ku jiya  ji dozger re vegot û ji bo polîsên bi navê  Bayram Ûral, Nazim Ege, Abdûlkadîr Ozer, Levent Bîrsel ve Hanîfe Şennûr Pat gilî kir. Her çiqas di derbarê polîsan de doz hat vekirin jî  doza yekemîn bi beraatê dawî jî tenê cezayekî komîk bi 10 mehan bi encam bû. Li ser vê yekê H.A bi riya Parêzer Reyhan Yalçindag  Baydemîr  bi ferdî serî li Dadgeha Bingehîn  da lê belê li 2 sal derbasbû jî tu encam derneket.


Tecawuz bi raporan hat îspatkirin


Di serdana  Dadgeha Bingehîn de  rewşa ku hat jiyîn bi hûr gûlîyê xwe hat vekirin.Di serdanê de hat diyar kirin ku polîsên li TEM a Mêrdîn  peywirdar  H.A bi sucên dijqanûn sucdar kiriye û dema H.A qebûl nekiriye jî îşkence girantir kirine .Di serlêdanê  de tecawuza ku di binçavan de jî hat aşkere kirin û bi raporên di 7’ê Adara  2002’an de ji Nexweşxaneya Dewletê ya Merdînê hatiye girtin   hatiye ispatkirin.


Bijîşk jî hevparê suc e


Di berdawama  serlêdanê wiha ye: "Polîs û peywirdarên kamûyê  ji bo şopên li ser laşê muwekîl yê îşkence û tecavuzê asteng bikin û pişt biryara girtinê berî bişînîn girtîgehê  dor seat 22,00 an de  bi telefonê bijîşkê pispor yê girêdayî Muduriyeta şaxa Saziya Tipa Edlî  ya Amedê Lokman Egilmez hatiye gerandin û girte. Ji ber Muduriyet girtiye nikare rapora cebîr bide" hatiye girtin. Di vê muamelêde weke polîs bijîşkê pispor jî  bi sucê  derqanûn û şopê îşkenceyê veşartinê bersuc e.


Bi tecavuza copê re biryar bêşopanî!


Pişt binçavan  H.A ya hat girtin bi parêzerên xwe Ayla Akat û Huseyîn Cangîr re di 15'ê  Gulana 2002’an de hevdîtin kir û îşkence û tecavuz a ku hat serî vegot. Lî ser vê  yekê peywirdarên ku  sûcdar li Serdozgeriya Komareya Mêrdînê serlêdan û gilî kirin. Pişt gilî kirinê  H.A  sewqî  Nexweşxane û Zanîngeha Çapa hat kirin. Heman rojê H.A diyar dike ku li ber çavên hevserê wê polîs bi copê tecawuzê wê dike. Bi encama delîlan Serdozger di derbarê polîsên faîl lêpirsînê vedike  û doz vedibe.


Ji faîlên ku sucên  Tecawuz û îşkenceyê dike  re beraat


Li Dangeha Cezayê giran ya 2'emîn a Mêrdînê de di derbarê kiryarên ku sucê mirovahiyê  tecawuz û îşkence kiriye biryara beraatê tê dayîn.


Doz birin Dadgeha Makezagonê


Parêzer Reyhan Yalçindag Baydemîr jî tecawuz û îşkenceya ku H.A jiya bir dadgeha Bingehîn. Di serlêdana ku 2013’an de hat kirin ev tiş hatin gotin : "Mjuvekîl H.A  ji encama  tecawuz îşkenceyan tam 11 sale  bi manewî êşên ku nayên tarif kirin dijî. Ji bo dîsa vegere jiyanê pêwîst e kesên sucê mirovahiyê kirine cezayê heq dikin bigrin.


 


Ji bo kesên din heman der hiqûqtiyê nejî…


 Muvekkila min ji ber di bin çavan de rastî tecavuz û tacizê hatıye rast e rast e zırar dîtiye. Di serî  de li ber çavên hevserê wê  tecavuz hatiye kirin hem di muwekila min hem jî di malbatê de birînên ku nayên dermankirin vekiriye.Li gel van cezayê polîsan ên komik 10 meh  ev birîn û êş  zêdetir kiriye.Muwekil di derbarê sucdaran de heta dawiyê gilî kiriye û ji bo kesên din jî heman zulmê nekşîne navê xwe girtî digre. Miwkila min H. A di çarçoveya AÎHS û Makezagonê de ji bo îhlalkirina mafê xwe talbe kiriye. Berê jî ji bo kirinên bi serê wê hatî serî li AÎHM’ê jî daye. Em taleb dikin ku ji bom adî û manewî ziyanên kul ê hatine kirin tazmînata wan bê dayîn.”


Ji serlênana wê ya kesaniya di 13’ê sibata sala 2013’an de hîna encamek derneketiye.


(ks/zt)