Li Êlihê civînên taxan didomin

11:33

 


JINHA


ÊLIH - Li Êlihê aktivîstên Kongreya jinên Azad (KJA) yên amadekariyê 8 'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê dikin  civînên taxan li dar dixin.


Li Êlihê amadekariyên mitînga 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê yên ku di 2'ê Adarê de li Êlihê bê lidarxstin de berdewam dikin. Di çarçoveya  Amedakariyan de li Taxa  Korike civîn hat lidarxistin. Li gel Hevşaredara Êlihê Semra Guneş û endamên meclîsa şaredariyê gelek jin tevlî civînê bûn.


Semra di derbarê 8’ê Adarê de axaftinek kin kir û wiha got: "Emê azadiyê bidest bixin.Heta ku jin azad nebe civak azad nabe. Di têkoşîna Rojava û Kobanê de jî jin di pêş de ne. Emê bi  wî giyanê li qadan bin. Çawa em weke jin çek digrin emê li qadan jî bi reng û dengê xwe ji bo azadiyê biqêrin. Emê bi azadiya jinê civakê  jî azad bikin."


Civîn piştî axaftinan, bi stranên kurdî û gerandina govendê vegeherî şahiyê.


(ks/zt)