Mêrê ku rizaya hevjîna xwe negirtî be nikare bibe namzedê HDP’ê
11:48
Bêrîtan Elyakut/JINHA
AMED - HDP ku krîteriyên hilbijartinê aşkera kir dê bi pirsa yekem ya “Nêrîna we ya li hemberî jinê çî ye? ji berendaman bipirse. Yên ku bersivên zayendparêz dan ne hatin qebûlkirin û mêrê ku rizaya hevjîna xwe negirtî be nikare bibe namzedê HDP’ê.
Xebatên ji bo serlêdanên parlamenteriyên yên hilbijartinên giştiyên 7’ê Hezîranê ku li Tirkiyeyê û herêmê pêk bê berdewam dike. Kesên ku serlêdanê bikin divê ku xwedî krîter bin. Der barê krîterên HDP’ê yên ku ji bo serlêdaniyê hatine aşkerakirin Hevseroka DBP’a Amedê Hafîze Îpek axivî. Hafîze bal kişand ser hilbijartinên parlamenteriyê û wiha got: “Cara yekemîne ku em ê weke partî bikevin hilbijartinê. Me xweke partî serdema serbûxwetiyê bi dawî kir û em dikevin serdemek nû. Em bi coşek mezin û bi îdiaya serkeftinê ketin rê. Dê li herderê Tirkiyeyê namzedên me hebin û ez bawer dikim ku em ê pirsgirêka barajê ji holê rabikin.”
‘Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê em weke partî dikevinê’
Hafîze diyar kir ku ew bi awayekî pergalî xebatên xwe didim meşandin. Hafîze anî ziman ku dema ku ew weke partî bikevin parlamentoyê dê gelek guhertin li Tirkiyeyê çêbibin û wiha axivî: “ Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê ketina meya hilbijartinê weke partî gelek girîng e. Partiya ku em şopdarê wêne, komisyona meya hilbijartinê tuzuk û pêşnûmeyên xweyên giştî hene. HDP û DBP’ê xwediyê wê nêrînên ne ku li Tirkiyiyeyê jin xwediyê dînamîkên herî girîng yên demokratîkbûnê ne.”
‘Yê ku ji aliyê hevjîna xwe ve bê şîkayetkirin nikare bibe endam’
Hafîze anî ziman ku ji bo kesên ku serlêdanê bikin hinek krîter hene. Îpek diyar kir ku di hevdîtinan de pirsa destpêkê ku ji endaman tê pirsîn “nêrîna weya li hemberî jinê çî ye? û wiha pêde çû: “ Em tevgere ku bi îdiayek mezin derketine rê ne. Ji ber wê jî em mecbûrin ku li gorî vê felsefeya xwe jî tevbigerin. Em tevgereke ku li hemberî hemû şîdetê ne. Mirovê ku serî li me bide ger ku ji aliyê hevjina xwe ve neyê qebûlkirin em jî wî qebûl nakin.”
‘Yê ku berjewendiyên gel naxwaze em wî nakin endam’
Hafîze da zanîn ku divê berendam ku serlêdanê bikin divê ku hesasiyetên HDP’ê jî li berçavan bigirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Kesên ne ligorî exlaqê civakî û gel bin ew nikarin bibin endam. Ger ku ew kes ji aliyê hevalên zilam yên di komisyona hilbijartinê de bên qebûlkirin jî em weke jin bi tu awayî qebûl nakin. Her kesê ku di komisyonê de divê li gorî tuzuka partiyê tevbigere û pêve girêdayî be.” Hafîze destnîşan kir ku ew weke komisyona hilbijartinê wekheviya jin û zilaman esas digirin.
‘Em dixwazin ciwan bibin namzed’
Hafîze diyar kir ku pîvanên wan yên red û qebûlkirinê hene û wiha axivî: “ Tuzuka partiya me rêgez û hiqûqa ku ne hatiye nivîsîne. Dema ku ez behsa rêgezên partiyê dikim ez behsa vêna dikim, weke parêzvanê jiyanek binirx divê ku ked bê xerckirin. Yên ku serlêdanê dikin divê ku vê yekê li ber çavan bigirin ku negirin nikarin bibin berendamên HDP’ê.” Îpek bi lêv kir ku ew herî zêde girîngî didin serlêdanên ciwanan û ew dirûşmeya “ Me bi ciwanî destpêkir em ê bi ciwanî ser bikevin” esas digirin. Hafîze bibîrxist ku ew ê weke partî difikirin ku divê ciwan cihê heq dikin bin. Hafîze herî dawî bang li jinan kir ku di 7’ê Hezîranê de ji bo Tirkiyeyeke demokratîk dengê xwe bidin HDP’ê.
(eb)

