‘Dê Syriza nasnama Kobanê bibin NY ayê’

12:01

 


JINHA


RIHA - Rayedarên Kantona Kobanê diyar kirin ku wan têkiliyên xwe bi Hukumeta Yunenistanê Syriza re pêşde birine û wiha gotin: "Bendewariya me ji Syriza ewe ku nasname û statuya Kobanê bike rojeva Parlementoya Ewrûpa yê "


Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) ya bi Heyeta piştevaniya Kobanê ya Partiya çepgir a Syriza û re derbasî Pirsûsa Rihayê bûn bandora Berxwedana Kobanê vegot. Berpiryarê Yunenîstanê Dr. Îbrahim Muslim diyar kir ku  bi şoreşa Rojava û bi taybetî jî bi berxwedana Kobanê têkiliyê wan xurt bûye  wiha axivî: "Yunanan ji Kurdan hê bêtir hezkirin.Berî şerê Kobanê me bi dostên xwe yên Yunan re li  Kobanê dibistanek vekir. Di dibistanê de 110 xwendevan  hatin perwerdekirin. Di şer de dibistana me hat xirakirin lê me biryara  ji nû ve vekirinê da."


'Ewê Kobanê bibin Parlementoya Ewrûpa'


Îbrahîm Muslim da zanîn ku Hukkumeta Syriza di serî de li gel berxwedana kurdan bûye û ev hevok rêz kir: "Syrîza  piştgiriyê dide têkoşîna Kurdan .Yekemîn partiyek bi çûk bû lê mezin bû .Em jî bûn şopdarê  vê yekê niha li Parlemontoyê  gelek dostê me heye.Di warê îdeolojîk de jî em nêzî hev în.Hêviyê me ji Yewnenîstana ku endamê Yekîtiya Ewrupa ye  ewe ku nasname û statuya Kobanê bikin rojeva Yekitiya Ewrupa."


'Dixwaze HDP  bi serbikeve'


Îbrahîm da zanîn ku projeya "şaredariya hevpar"pêşniyarî hukumeta Syrîza kirine û ew jî ji vê yekê kêfxweşbûne  û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Syriza HDP jî ji nêzde dişopîne û li gel çepgirê Tirkiye dixwaze HDP  jî bi ser bikeve .Heke bi serbikeve ewê ji vê yekê kêfxweş bibe û ewê alîkariyê bike.


(ks/zt)