Jinên Cizîrê bi vekirina kermesan piştgirî didin avakirina Kobanê
12:46
JINHA
CİZÎR - Li Cizîrê jinan ji bo ku piştgirî bidin ji nûve avakirina Kobanê kermes vekirin.
Meclisa jinên KESK’ê û mecisa jinên Eyitim-Sen’ê ji bo ku piştgirî bidin ji nû ve avakarina Kobanê kermesek vekirin. Di Kermesa ku li Kolana Hûnerê ya Cizirî hat vekirin de gelek cûreyên xwarinên herêmî, her wiha standa xişiran û pirtûkan hatin vekirin. Kermesa ku bi pankartên “Ji nûve avakirina Kobanê, wek berxwedana Kobanê xweşike” hat daliqandin dê sibê ji qada mitingê dewam bike.Yek ji jinên ku kermesê amede kiriye Robar Zîrek Pusat a ku mamosteya wêjeya Tirki ye li ser navê Eyîtim-Senê tevli kermesê bûye û diyar dike ku ew dixwazin xwarinên herêmi yên çêkirine bifiroşin û piştgirî bidin avakirina Kobanê.
Robar dide zanîn ku wan ev kermes bi wesîla 8’ê Adarê vekiriye. Robar li ser Şoreşa Kobanê sekinî û diyar kir ku şoreşa Kobanê şoreşa jinê ye û wiha axivî: ”Bi taybetî berxwedana Kobanê bi destê jinê hat kirin. Em jî dixwazin di rojek wiha de piştgirî bidin avakirna Kobanê.” Robar got ku wan xwestiye bi awayekî çalak tevlî mîtingê bibin û bi vekirna kermesê piştgirî bidin avakirina Kobanê. Endama meclisa KESK’ê Hatîce Aydanayak bi lêv kir ku alikariyê ji Kobanê kêm bûne wan jî loma pêwist dîtiye kermesek wiha vekin û wiha axivî: “Me wek meclisa jinên Cizirê ji bo piştevanî û rêxistiniyê ev kermes pêk aniye” Hatîca got ku eleqa ji bo kermesê başa û ew bi hêvîne ku sibê jî ev eleqe li qada mîtingê dewam bike. Hatîce di dawiya axaftina xwe de desnişan kir ku ev ne alîkariyeke, berpirsiyariyeke civakiye.
(ma-at/zt)

