Dê jinên Botanê li Cizîrê berxwedanê biqîrin

13:29

 


JINHA


ŞIRNEX - Amadekariyê mitînga 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê ku dê starta wê li Cizîra Botan bê dayîn, bi dawî bûn. Mitîn dê li Qada Çarkendalê ya Cizîrê bê lidarxistin. Endama KJA’yê Berjîn Demîrkaya banga tevlibûna mitîngê li jinan kir û wiha got: “Em weke jinên Botanê me têkoşîna xwe ji Binevş Agalan girtiye. Ji bo azadiya jinan û Rêberê xwe em ê li qadan bin. Çawa ku berxwedana Kobanê hemû jinên cîhanê anîn gel hev, em ê jî ji bo azadiyê li hev kom bibin û qezenc bikin.”


Bi pêngiya Kongreya Jinên Azad (KJA),  star 8’ê Adarê dê bi mitîngekê li Cizîra Şirnexê bê dayîn. Hemû amadekariyên mitîngê bi dawî bûn. Jinên ku dê bi şîara “Bi jinên li Kobanê li ber xwe didin re, em xwe birêxistin bikin, jiyana azad avabikin” li Qada Çarkendalê ya Cizîrê kom bibin û dê bi dirûşmên 8’ê Adarê starta mitîngan bidin. Eczaci Narîn Zeren diyar kir ku dê di 8’ê Adarê de li qadan bin û wiha axivî: “Îsal tundiya li ser jinan pir zêde bûn, lê ligel vê yekê têkoşîna jinan jî di saya Kobanê de derket asta herî jor. Em ê ji bo jinên êzidî ku li bazaran hatin firotin û qetilkirina jinan dengê xwe bilind bikin. Ez bang li hemû jinan dikim ku tevli mitîngê bibin.”


‘Ji bo azadiyê’


Endama KJA’yê Berjîn Demîrkaya jî da zanîn ku dê di saet 10’an de li ber avahiya DBP’ê kom bibin û bimeşin heya qada mitîngê û wiha axivî: “Me jinên Botanê têkoşîna xwe ji Binevş Agalan girtiye. Ji bo azadiya jinan û Rêber Apo em ê di 1’ê Adarê de li qadan bin. Em  ê derkevin qadan li ber xwe bidin û nasnameya xwe ya azad qezenc bikin. Çawan ku Kobanê hemû jinên cîhanê anî gel hev, em ê jî ji bo azadiyê hemû jinan, jinan bînin gel hev.”


Aynur Toprak jî ragihand ku divê jin êdî bawerî bi xwe bînin û bi coşek mezin tevli mitînga 1’ê adarê bibin. Endama KESK’ê Mizgîn Kanat jî der barê bidawî kirina amadekariyên mitîngê de axivî û wiha got: “Em jinên KESK’î jî dê sibe li qada mitîngê bin. Pirsgirêka jinan pirgirêka hemû cîhanê ye. Em ê bi vê 8’ê Adarê re bi hêza jinan a rêxistinkirî li hemberî tundiya jinan serî rakin.”


 (zk)