Di pêvajoya çareseriyê de yekem daxuyaniya hevpar
13:44
JINHA
STENBOL – Heyeta HDP’ê ya Îmraliyê û rêveberên hikûmetê, der barê pêvajoya çareseriyê de daxuyaniyek çapemeniyê ya hevpar didin. Parlementerê HDP’ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Oner diyar kir k udi çarçove nirxaninên wan yên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan wan banga di bûharê de bêçek beşdarî kongrê bûnê li PKK’ê kirine. Sernavê Hikumetê YAlçin Akdogan jî da zanîn k udi pêvajoya çareseriyê de ew gihane pêvajoyek giring.
Heyeta Îmraliyê çend roj berê li Qendîlê bi rêveberên KCK'ê re hatin cem hev û piştî vegeriyan bi Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan re li Ofîsa Serokwezîr a li Dolmabahçeyê hatin cem hev. Piştî hevdîtinê Heyeta Îmraliyê û nûnerên hikûmeta AKP'ê civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xistin. Ji Heyeta Îmraliyê Serokwekîlên Koma HDP'ê Pervîn Buldan û Îdrîs Baluken û Parlementerê HDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder, ji hikûmetê jî Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan, Wezîrê Karên Hûndir Efkan Ala û Musteşarê Ewlehî û Pergala Cemwariyê Muhammet Dervîşoglu tevlî cîvîna çapemeniyê bûn.
Di destpêka civînê de li ser navê heyetê Sirri Sureyya Onder axivî û wiha got: “Heke têkiliya çareseriyê bi aştî û demokrasiya gerdunî re bi awayekî tendûrîstî neyê danîn vegera wê ji dewleta aştî demokratîk, avabûna civakê, gel, edalet û wekheviyê çênabe. Ji ber vê yêkê di dîroka kmarê de heya niha ji bo hêmanên heya niha hatin înkarikirin û dijber hatin dîtin divê bi awayekî azad û wekhev bên nasîn û dîsa di nava pergalê xwe îfade bikin û cih bigirin. Berpirsiyariya mezin a dîrokê li ser milê me barkirî di çareserî û neçareseriyê de tenê civakên me eleqedar nake dê hemû herêmê û heya cînanê bi bandor bike. Ji ber vê yêkê dengeyên herêmê yên 100 salan hatin guherîn û ligel zor û zehmetiyan divê li girî nirxên mirovahî û gerdûnî nêzîk bibin û van derbas bikin. Li gorî şertên herêmê yên dîmanîk û bi liv û tevger divê nêzîkaniyekî dîmankî jî li hemberî pêvajoyê bê nîşandan.
Ligel van hemûyan di pêvajoya diyalogê de ligel dem dem nicimîn û şikestinan hatiye astekî fermî, cidî û berpirsiyar. Ocalan têkildarî mijarê de wiha gotin: 'Em pêvajoya pevçûnê ya 30 salî ber bi aştiyeke mayînde ve dibin, hedefa me ya sereke jî ev e ku em bigihînin aştiyeke demokratîk. Ji bo rewşa bêçekbûnê ji bo biryara dîrokî û stratejîk bê dayîn PKK’ê dawet dike ku di meha biharê de kongreya awarte pêk bîne. Ev nîşaneya niyeteke dîrokî ya li şuna têkoşîna çekdarî siyaseta demokratîk cih bigire ye. Hem ji bo demokrasiyekî rast û hem jî ji bo aştiya me ya mezin rêzgez ev in.
1 - Divê naveroka siyaseta demokratîk bê nîqaşkirin.
2 -Pênaseya astên heremî û neteweyî yên di çareseriya demokratîk de
3 - Teminatön demokratik û zagoni yên hemwelatiya azad.
4 - Têkiliya civak û dewletê ya bi siyaseta demokratîk û sernavên ji bo sazbûna vê yêkê.
5 - Astên abor û civakî yên pêvajoya çareseriyê.
6 - Di pêvajoya çareseriyê de têkiliya ewlehî û demokrasiyê bi awayekî azadî û pergala cemaweriyê bê parastin bê dest girtin.
7 - Temînat û çareseriyên zagonî yên têkildarî pirsgirêkên jin, çand û ekolojiyê.
8 - Pêşxistina hişmendiya demokratîk a li hemberî pênasekirina têgeha nasnemeyê.
9 - Komara demokratîk, welatê hevpar, pênaseyên pîvanên demokratîk ên gel û divê di nava makezagon û zagonan de bi pergala demokratîka piralî bên parastin.
10 - Ji bo mayîndebûna hemû maleyên demokratîk makezagonekî nû."
Pişt re Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan jî axivî û wiha got: "Em hatine astengî gelek girîng. Di mijarên xebatên çek berdanê lezgîn bûn, ji bo bêçalakbûnekî mayînde bikeve jiyanê û rêgeza siyaseta demokratîk derket pêş em girîng dibînin. Me weke AKP'ê gevên girîng avêtin. Heke çek ji dewreyê rabin dê geşedanên demokratîk lez bikevin. Di demokrasiyan de nêrîn, raman û polîtîkayên piştgiriya gel digirin qîmetê qezenc dikin. Em makezagona nû ji bo gelek pirsgirêkên heyî çareser bike weke fersendekê dibînin. "
(zt)

