Jin di 17’ê hezîranê de li hemberî qedexeya zarok jiberkirinê dadikevin qadan
20:48
JINHA
ENQERE – Înisiyatîfa Jinê ya Dijberî Qedexeya Zarok Jiberkirinê, daxuyaniyek da û bang li jinan kir ku di 17’ê hezîranê de, roja yekşemê saet di 16.00’an de, li hemberî qedexeya zarok jiberkirinê, dakevin qadan. Di mitînga ku li Stenbol, Îzmîr, Enqere û gelek bajarên din di heman demê de pêk bê de, dê jin bêjin ku “Zarok jiberkirin nekarî bê qedexekirin, ne zarok jiberkirina qanûnî, ya qedexekirî dikuje.”
Înisiyatîfa Jinê ya Dijberî Qedexeya Zarok Jiberkirinê, daxuyaniyek da û bang li jinan kir ku di 17’ê hezîranê de, roja yekşemê saet di 16.00’an de, li hemberî qedexeya zarok jiberkirinê, dakevin qadan. Di mitînga ku li Stenbol, Îzmîr, Enqere û gelek bajarên din di heman demê de pêk bê de, dê jin bêjin ku “Zarok jiberkirin nekarî bê qedexekirin, ne zarok jiberkirina qanûnî, ya qedexekirî dikuje.” Di daxuyaniya Înisiyatîfa Jinê ya Dijberî Qedexeya Zarok Jiberkirinê, hate destnîşankirin ku ev demek e bi pêşengiya Serokwezîr Erdogan de, polîtîkayên nû yên nifûs û zêdebûnê gav bi gav tên pêkanîn. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev polîtîka, bi daxuyaniya Erdogan a wekî “Her zarok jiberkirinek, Qilabanek e” re, ev polîtîka derketine asta herî bilind û hikûmeta AKP’ê, her ku diçe, şêwazeke siyasetê ya otorîter, netewperest, zayendparêz, paşverû û li derveyê azadiya wîcdanê, çêtir dibîne.
‘Ne zarok jiberkirina qanûnî, ya qedexekirî dikuje’
Jinan dan zanîn ku AKP di şûna ku siyaset bike de, “ferman dide”. Jinan destnîşan kir ku bijareyên AKP’yî, nîqaşên zarok jiberkirinê, di ser têgeha wekî “mafên mirovan” de dimeşînin û gotin ku ev yek, trajîk e. Di daxuyaniya jinan de wiha hat gotin:
“Em van polîtîkayên ku hikûmeta AKP’ê êrîşî mafê jiyanê yê me jinan û gelekan dike û dimeşîne, şermezar dikin, red dikin û dibêjin ku ‘Ne zarok jiberkirina qanûnî, ya qedexekirî dikuje’. Em polîtîkayên nû yên AKP’ê, yên zêdebûn û tenduristiyê şermezar dikin. Em li vir bi dengekî bilind dibêjin bila nîqaşên têkildarî qedexeya zarokjiberkirinê, tavilê bên bidawîkirin. Em bang li hemû jinên ku demokrasî, wekhevî û azadiyê dixwazin, hewl didin ku mafên xwe biparêzin, di aliyê mafê jiyanê de dixwazin bibin xwedî gotinê, dikin. Di 17’ê hezîranê de, roja yekşemê, saet di 16.00’an de, li ber Fakulteya Zanistên Siyasî ya Kampusa Cebecî ya Zanîngeha Enqereyê, mitînga me destpê dike. Em dixwazin hemû jin beşdar bibin.”
(hp/ho)

