‘Rayedarên Zanîngeha Dîcleyê ji bûyera destdirêjiyê berpirsyar in’

01:47

AMED – Ji ber ku 3 xwendekarên jin ên ciwan vê êvarê dema vedigeriyan yurdê rastî destdirêjiyê hatin, bi sedan xwendekarên di Yurda Xwendekaran a Ziya Gokalp a Zanîngeha Dîcleyê (DU) de dimînin, ber bi zanîngehê ve dest bi meşê kirin. Xwendekaran, rayedarên zanîngehê û yurdê, bi îdiaya ku li hemberî  bûyerên destdirêjiyê bêdeng dimînin, berpirsyar nîşan dan.


Ji ber ku 3 xwendekarên jin ên ciwan vê êvarê dema vedigeriyan yurdê rastî destdirêjiyê hatin, bi sedan xwendekarên di Yurda Xwendekaran a Ziya Gokalp a Zanîngeha Dîcleyê (DU) de dimînin, ber bi zanîngehê ve dest bi meşê kirin. Jinên ku ji ber servîsa li xaçerêya ji rawestgeha otobusan ber bi yurdê ve diçe tuneye her tim rastî destdirêjiyê tên, diyar kirin ku daxwazên wan, ji aliyê rêveberiya yurdê ve li ber çav nehatine girtin. Ji ber ku vê êvarê 3 xwendekarên jin rastî destdirêjiyê hatin, bi sedan xwendekarên jin û zilam, li ber yurdê kom bûn. Xwendekaran ber bi Zanîngeha Dîcleyê ve dest bi meşê kirin. Polîsan jî, li cihê ku xwendekaran çalakî li dar xist, tedbîrên ewlehiyê yên berfireh girtin.


‘Kî dê hesab bide’


Xwendekaran, li ber zanîngehê bi çepik û sloganên “Destên dirêjî jinê dibin bila bişkên”, çalakiya xwe domand. Xwendekarên jin ku li ber yurdê daxuyaniyek dan, destnîşan kirin ku ev demeke dirêj e, li ser rêya ku ji rawestgeha otobusan diçe yurdê, bûyerên destdirêjiyê êvaran didomin. Xwendekarên jin ku nexwestin navê xwe aşkera bikin, wiha gotin: "Wesayîta servîsê ya yurdê û zanîngehê tuneye. Lewma her êvar xwendekarên jin heta ku ji zanîngehê diçin yurdê, îşkence dikşînin. Di wê rêya nepenî de, hevalên me her êvar rastî destdirêjiyê tên. Dibe ku destavêtin (tecawiz) jî bibe. Wê demê kî dê hesabê vêya bide? Em bi sedan xwendekar li vir hatin cem hev. Lê tu rayedareke yurdê an jî zanîngehê nehatin û b ime re hevdîtin çênekirin. Rayedarên zanîngehê û yurdê, vê bûyera destdirêjiyê piştguh dikin. Heta ku vê pirsgirêkê çareser nekin, ev berpirsyar in. Kes pirsgirêkên me li ber çav nagire. Lê ew ê têkoşîna me berdewam bike." Xwendekarên ku bûyera destdirêjiyê protesto kirin, piştî daxuyaniya çapemeniyê, biç epik û fîkandinan belav bûn.


JINHA


(hp/xo)