Cenazeyê fermandara YPJ’ê Mizgîn Onar anîn Pirsûsê
14:50
JINHA
KOBANÊ- Cenazeyê fermandara YPJ’ê Mizgîn Onar (Asmîn Samsûr) di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dabû anîn Pirsûsê.
Şervanên YPG/YPJ'ê Pêngava Azadkirina Kobanê dan destpêkirin û di çarçoveya vê pêngavê de şerê dijwar diqewimin. Di şerê berxwedana gundê Bexdikê yê rojhilatê herêma Kobanê de fermandar YPJ'ê Mizgîn Onar (Asmîn Semsûr) di 26'ê sibatê de jiyana xwe ji dest da. Cenazayê Mizgîn li ser daxwaza malbatê bi tevlîbûna gelek welatiyan ji Deriyê Sînor ê Murşitpinarê re anîn Pirsûsê. Welatiyan bi berzkirina dirûşmên "Şehîd namirin" û "Riya şehîd riya me ye PKK partiya me ye" cenazeyê Mizgîn pêşwazî kirin û birin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê.
Hat ragihandin ku cenazeyê Mizgîn ji bo otopsiyê dê bibin Saziya Tipa Edlî ya Rihayê. Piştî kar û barê otopsiyê cenaze radestî malbatê were kirin. Cenaze dê li Goristana Navendê ya taxa Çayê ya Êlihê were definkirin.
(zt)

