KJA yê êrîşên ser gelê Suryanî şermezar kir
15:33
JINHA
AMED – Kongra Jinên Azad (KJA) 350 suryaniyên ku piraniya wan jin û zarokên ji aliyê DAIŞ’ê ve hatî revandin şermezar kirin û gotin: “Ev êrîş li hemberî hemû mirovahiyê û jinan hatiye kirin. Em bang li hemû mirovahiyê dikin li hemberî êrîşên wiha hovane li gel gelê mazlum û jinan cîh bigirin.”
KJA yê êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên ser 35 gundên Asurî/suryaniyan yên li ber peravên Çemê Xabûrê li nêzî Hesekê, revandina 350 kesên ku piraniya wan jin, zarok û kalin bi daxuyaniyekê şermezar kir û wiha got: “Rêxistina retorê DAIŞ bi êrîşên xwe yên hovane çand û dîroka Rojhilata Navîn wêran dike û dixwaze bê mirov bihêle. Bi bawriya mirovan didin guherîn.”
‘Ev qirkirin qirkirina jinane’
Di daxuyaniyê de hat bilêvkirin ku herî dawî DAIŞ’ê di 24’ê cardin ruyê xwe yê qirêj nîşan dan û wiha hat domandin: “Çeteyên DAIŞ’ê yên ser 35 gundên Asurî/suryaniyan yên li ber peravên Çemê Xabûrê li nêzî Hesekê, revandina 350 kesên ku piraniya wan jin, zarok û kalin revandin. Çeteyên DAIŞ’ê eserên dîrokî dihilweşîne û dixwaze dîroka mirovahiyê ya bi hezarî salan tine bike. Nunerê hişmendiya deshilatiya mêran ya herî hovane DAIŞ weke Şengalê cardin polîtîkaya xwe ya hovane ser jinan berdewam dike. Bir amanca li bazarên koleyan firotinê, kirina cariye û li gorî berjewendiyên xwe karanînê direvînin. Ev qirkirin qirkirina jinane.
Em weke KJA van êrîşan bi tundî şermezar û lanet dikin. Em bang li hemû raya giştî û hemû jinan dikin li hember van kirinan bibin hêz û dengê xwe bilind bikin. Ev êrîş li hemberî hemû mirovahiyê û jinane. Bila hemû mirovahî li hemberî êrîşên wiha hovane li gel gelê mazlum û jinan cîh bigirin.”
(zt)

