'Emê bi têkoşîna jinan 8'ê Adarê pêşwazî bikin’

16:53

 


JINHA


STENBOL -Koordînasyona KJA  ya Stenbolê,  bernameya  çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar  ên Cîhanê  eşkere kir.


Koordînasyona Kongreya Jinen Azad (KJA) Stenbolê  bernameya  ku bi munasebeta 8 'ê Adarê  Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bê lidarxistin li avahiya HDP'ê bi civîna çapemeniyê ragihand.Endama Koordînasyona KJA Turkan Esen dîroka 8 'ê Adarê vegot û destnîşan kir ku ji jinên 158 sal berê têkoşîn dan hatine van rojan.Turkan wiha axivî: "Bi rihê ku ji wê rojê bilind bû her roja 8 'ê Adarê bûye roja têkoşîna li hember tundiya jinê."


Turkana diyar kir ku weke wan rojan îro jî jin li qadan e wiha dewam kir: "Serhildana ku li hember  qetilkirina Ozgecan bilind bû,serhîldana li hember polîtîkayên AKp'ê yên jinê nahesibîne jî derxist kolana.


'Êdî ev sedsal sedsala Jinê ye'


Turkan da zanîn ku weke jinên KJA yî di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de   ewê panel  û şahiyan lidarbixin  û destnîşan kir ku ewê bi çalakiyên ku  têkoşîna jinê bilind bike  8 'ê Adarê pêşwazî bikin.Turkan wiha dewam kir: "Bi pêwîstiya ku jin li her qadê parastina cewherî  pêşbixe , şoreşa jinê mezin bike ,pêş bibe  û bi baweriya ev sedsal bibe sedsala jinê  emê xebatên xwe berdewam bikin.


'Bangewaziya KJA ya 8 'ê Adarê'


Turkan  destnîşan kir ku bi baweriya ku ji  şoreşa rojeva digre , ji Rosayan heta Sakîneyan ,Ji Arîna ku li Kobanê têdikoşe heta  Kaderan  bi şîara " Jina Azad" hemu jin xwe rêxistin bike,hêza jinê heye ku hemû cîhanê  bugeherîne.


Tûrkan herî dawî bang li hemû jinan kir ku tevlî mîtînga  dê di 8'ê Adarê di seat 12,00'an li Kadikoyê bê lidarxistin bibin.