Selma Irmak: Despêka muzakereyan

16:58

 


JINHA


AMED – Hevseroka KCD’ê Selma Irmak daxuyaniya hevbeş ya Heyeta Îmraliyê û rayedarên Hikumetê weke ‘despêka muzakereyan’ nirxand. Selma anî ziman ku berdewama wê amadekirina ‘pakêta demokrasiyê’ ye. Selma ji bo hêviyên çekdanînê jî got: “Heger hîna derketina çiyan berdewam dike wê demê telebek wiha nabe.”


Hevseroka Kongra Civaka Demokratîk (KCD) ê Selma Irmak di derbarê hevdîtinên Heyeta Îmralî û Cîgirê Serokwezîr Yalçin Akdogan ya li Stenbolê û paşê jî daxuyaniya wan ya hevbeş de nêrînên xwe par kir. Selma daxuyaniya wan ya hevbeş dîrokî nirxand û diyar kir ku daxuyaniya HDP’ê nêrîna wane û wiha got: “Birêz Ocalan diyar kiribû ku piştî daxuyaniya hevbeş dikarin derbazî muzakereyan bibin. Dê hevdîtinên piştî vê jî van îfade bike. Em muzakereyan di çarçoveya hêviyên gel de dibînin.”


‘Li cihê paketa ewlehiya navxweyî paketa demokrasiyê’


Selma balkişand ser keta Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ya ji bo pêvajoya çareseriyê û wiha domand: “Heger çareseriyê difikirin û daxuyaniyek wiha hevbeş dane ber çavan ev gavek giringe. Divê alîkarî bê dayîna vê gava giring û pêvajoya giring. Divê bi lez paketa ewlehiya navxweyî bê paşde kişandin û li cihê wê paketa demokrasiyê ya din ava wê de heq û azadî heyî bikeve rojeva meclisê.”


 (zt)