Jinên Silopî li KURDÎ-DER’ê perwerdê dibînin

17:41

 


JINHA


ŞRNEX – Li Şaxa KURDÎ-DER a Silopiyayê ji bo jinan perwerde tê dayîn. Jinên navçeyê elqeyek mezin nîşanî  perwerdê didin.


Şaxa KURDÎ-DER a Silopiyayê ji bo jinan perwerdê didin. Jinên li navçeya Silopiyayê eleqeyek mezin nîşanî perwerdê didin û niha perwerde bi 20 jinan berdewam dike. Jinên ku xwendin û nivîsandina xwe pêşve bibe ji ber vê yekê di Kurdî-Der a Silopiyayê de perwerdê dibînin. Girêdayî perwerda tê dayîn mamosteya Kurdî-der a Silopiyayê  Zivistan nirxandin kir.


Mamoste Zivistan di derbarê perwerda tê dayîn de wiha got: “Me ji bo jinên navçeyê polek vekiriye 20 jin beşdarî perwerdê dibin. Daxwaza me ew ku jin di hemû hêlan de xwe pêşve bibe, jina xwe perwerde bike jina azad e. Em li gorî demê wan xwe rêk û pêk dikin, jinên ne karin tevlî perwerdê bibin em ê di taxan de jî perwerdê bidin.”


Mamosteya Zivistan axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em bang li hemû jinan dikin ku tevlî perwerda kurdî bibin.”


(fs/zt)