Li Îdir û Şemrexê çalakiyên 8 'ê Adarê

17:47

 


JINHA


ÎDIR/MÊRDÎN - Li Îdîrê belavokên banga çalakiya 8'ê Adarê ya  ku 3'ê Adarê bê li darxistin hat belav kirin. Li Navçeya Şemrexa Mêrdînê jî di çarçoveya  çalakiyên 8'ê Adarê de  sînevîzyon hat temaşekirin û panel hat li darxistin.


Rêxistinên   DBP  Û HDP a Îdîrê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê  Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê   de Mîtînga ku  di 3'ê Adarê  roja sêşemê li qada  şaredariyê bêlidarxistin belavok  belav kirin. Reveberên DBP Û HDP 'ê, Hevşaredarê Îdîrê Şaziye Onder û Murat Yîkît û Hevserokên Meclîsa giştî jî li taxên Karaagaç û Ozgur  belavok belav kirin.


'Li Şemrexê panel û pêşandan sînevîzyonê'


Li Şemrexê jî Yekîneyên Kongreya Jinen Azad (KJA) di çarçoveya 8 'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de panel lidarxistin û sînevîzyon hat pêşandan.Şahiya ku  li Heywana Konferansê ya dibistana Seretayiya Mîmar Sînan hat lidarxistin.Hevşaredara Şemrexê Necla Yildirim ,Endamên meclîsa  Şeredariyê , Endamên Egitim-Sen , rêveberên DBP Û HDP'ê ,xebatkarê Navenda Çanda Çiyayê Mazî  jî tevlî şahiyê bûn.


Şahiya ku  wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dane hate daliqandin  bi rêz girtinê dest pêkir.Piştre Parêzer Ozlem Mungan di mijara  "Newekheviya zayendiya civakî" axivî.Sînevîzyona ku dîroka têkoşîna jinê vedibêje hat pêşandan .Pişt Sînevîzyonê koma muzîkê ya  Navenda Çanda Çiyayê Mazî  bi stranên xwe girse coşand.


(ks/zt)