Li Amedê Starta Pîrozbahiyên 8'ê Adarê hat dayîn

18:50

 


JINHA


AMED  -Bi pêşengiya KJA jinên li taxa Ben û Sena Yenîşehîrê li hev civiyan  bi şahiyekê starta çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jînên Kedkar ên Cîhanê dan.


 Li taxa Ben û Sen a Yenîşehîra  Amedê di pêşengiya KJA de di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê şahiyek hat lidarxistin. Li gel bihezaran jin, Hevseroka DBP 'ê Hafîze Îpek, Hevşaredara Yenîşehîrê Ulku Baydaş, aktîvîstên KJA, Kobaniyên ku neçar man ji ber  çeteyên DAÎŞ koçber bikin  tevlî şahiya ku li  li ber şaxa DÎKASUM a taxê hat lidarxistin bûn. Li qada şahî hat lidarxistin li gel posterênRêberê PKK'ê Abdullah Ocalan  û  Arîn Mîrkana li kobanê jiyana xwe ji dest da û posterên Ozgecan Aslan li Mêrsînê hat qetilkirin  û pankarta " Bi jina ku li Kobanê berxwe dide xwe rêxistin bike, jiyanê azad bike" hat daliqandin.


Di şahiya ku jin bi cilên heremî tevlîbûnde ji bo kesên di tekoşîna demokrasiyê jiyana xwe ji dest dane bi rêzgirtinê destpêkir.Pişt rêzgirtinê Hevseroka Navenda DBP a Amedê Hafîze Îpek da zanîn ku pîrozbahiyên 8'ê adarê dê bi hêza serkeftina Kobanê  bê li darxistin û wiha axivî: Me starta çalakiyên 8'ê Adarê  li Ben û Senê da.Emê  îsal bi hêza Kobanê 8'ê Adarê pîroz bikin.Em dîsa li jinên YPJ yên ku lehengên Kobanê ne silav dikin."


Hafîze ya ku bal kişand ser têkoşîna jinan wiha dawî li axaftina xwe anî: "Pêwîst e êdî jin bibin xwedî vîn.Doh jin ji gotina bav , hevser û biryaên xwe dernediketin lê belê  îro bi saya felsefeya Serokatî hatine va rojan.Emê jî ji bo azadiya  serokê xwe têkoşînê bidin.Ez cereke din serkeftinê ji jinan re dixwazim.


Şahî bi stranên komên girêdayî Navenda Çanda Dîcle û Firat û gerandina govendê bi dawî bû.


(ks/zt)