Yaşar Kemal jiyana xwe ji dest da

19:31

 


JINHA


STENBOL - Nivîskar Yaşar Kemal li nexweşxaneya ku dihat tedawî kirin jiyana xwe ji dest da.


Wêjemendê navdar Yaşar Kemalê ev meh û nîveke  ji ber nexweşiya dil û nefes girtinê li Nexweşaxaneya Fakulteya Tipa Zanîngeha Stenbolê dihat tedawî kirin jiyana xwe ji dest da. Yaşar Kemalê bi eslê xwe ji Wanê ye di sala 1923'an de li gundê Hemîte ya girêdayî Osmaniye ji dayik bû.Yaşar Kemal hê  dema dibistana navîn dest bi xebatên folklorê kir.Wê demê helbestê wî di kovara Goruşler ya weşana Malagel ya Edenê hat weşandin.Di pola dibistina navin ya dawîn de  mecbûrî dev ji dibistanê berda.Ddi karên weke Emeletî, di zevîyên birincê de nobedarî, arzuhalîtî,mamostetî ,memurtiya pirtukxanê de xebitî.Di vê navberê de helbestên wî di kovarên Ulke, Kovan,Mîllet û Beşpinar hat weşandin.Di sala 1951'an de li Stenbolê bi cih bû.Li rojnameya  Cumhuriyetê de dest bi nivîskariya pêkenok û roportaja kir.


Bi roportaja xwe ya bi sernivîsa 'Li Çıftlıxa cîhanê ya herî mezin heft roj 'diyariya taybet ji Cemiyeta Rojnamegeran girt.Di wan salan de bi çîrokan bal kişand serxwe.Di sala 1952 an pirtûka 'Zer Germ' hat weşandin.Pirtûka yekemîn 'Înce Memed' di sala 1955 'an de hat weşandin.Bi vê Pirtûkê di sala 1955 an de diyariya Romanê  girt.Di sala 1974'an de Bi berhema xwe ya 'Kujeriya Çarşiya Demîrcîler' diyariya Roman a Madarali girt.Romana 'Erd Hesin, Ezman paxir' di sala 1977 an de ji aliyê Sendîkaya Rexnegirên Wêjeya Fransa, romana biyanî ya herî baş hat hilbijartin. 'Efsaneya Bînbogalar" di 1979 an de ji bo dema havînê ji ket nava pirtûkên ku Juriya Wêjaya mezin  hilbijart.Di sala 1982 an de layîqî  diyariya Del Dûca ya navnetewî hat.Di sala 1984 an de nîşanaLégion D'Honneur ya Fransa girt.


Di berhemên xwe de Toros jiyana Çukurova,jiyana mirovên ,Çukurova, dawayê xwînê,axatî û pirsgirêkên axê bi awayeki  bi bandor derxist pêş.


(ks/zt)