Ji KJA'ê banga bi giyana Kobanê dakektina qadan
09:25
JINHA
AMED – Koordinasyona Kongra Jinên Azad (KJA) yê bi boneya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê û despêkirina Meşa Jinên Cîhanê (DKY) ê li hemû jinan kir û got: “Bi kelecana Şoreşa Jinên Kobanê emê çaremîn Meşa Jinên Cîhanê ya ku dê ji welatê me Kurdistanê despêbike pêşewazî bikin û tekoşîna xwe gerdunî bikin. Dê 8’ê Adara îsal bi eşqa azadiyê Arîn, Nîgar û Rengînên canê xwe ji bo jiyana azad feda kirîn, Kaderên sînor nasnekirî, Sîbelên gihana enternasyonal dayî jiyan kirin jî din ava me debin.”
Bi boneya rastahina 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê û 4’emîn Meşa Jinên Cîhanê DKY’ê ya ku dê ji Kurdistanê despêbike Koordinasyona KJA yê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku wan 8’ê Adara îsal bi duruşma “Emê bi tekoşîna jinên Kobanê xwe rêxistin bikin û jiyanê azad bikin” dest bi xebatên xwe kirine û wiha got: “Em bi eşqa hêvî û kelecana hezarî salan dikevin pêvajoya 8’ê Adara îsal. Di dem û cihê em jiyan dikin de hişmediya deshilatiya mêran; bi hemû kirêtî, şer, tacîz, tecawîz û bê nasnamekirina jinan bi hemû mêtîngeriya xwe berdewam dike. Ji ber deshilat baş dizanin ku di civakan de hêza wateya jiyanê bi nasname û çanda jinan dikare derkeve holê. Bi hezarî salan di fabrîqeyan de jin şewitandin, din ava malan de keda jinan tine hesibandin, îdeolojiya zayentperesti ya jin kêmdîtin, tecawîz kirin, qetilkirin û bêwatekirinê pêşzistin.”
‘Ji bo jinên Kobanê silav’
Di daxuyaniyê de hat zanîn kul i her devera cîhanê jin ji rengên cuda jî bin rastî heman şidetê tên û wiha hat domandin: “Rêveberiya hişmendiya mêran ya herî dawiyê AKP teşfîkên qirkirinên jinan zêde dike. Hikumeta AKP’ê ji bo ku tekoşîna Kongar Jinên Azad vala derxe çî ji destê wan tê dike. Herî dawî li gel qetilkirina Ozgecan gelek jin di van demên dawî de bi awayek hovane hatin qetilkirin. Hemû rêbazên mêtîngeriyê ser nasnameya jinan dikin. Eşqa azadiyê ya jinan ya ku tucarî di dîrokê de nehatiye tinekirin îro li Rojhilata Navîn li welatê me Kurdistanê bi hemû leza xwe berdewam dike û dibe hêviyên hemû jinan. Serkeftina Şoreşa Jinan li Kobanê ne tenê li Kurdistanê, li hemû Rojhilata Navîn û hemû cîhanê bûye hêviyên jinan û gelê bindest, bûye hêviyên ku pêşeroja jinan û gelan bi serkeftinê nîşan didin. Dê lîlandinên me yên 8’ê Adara 2015’an li hemberî hovîtiya DAIŞ’ê bi çanda civaka xwezayî ji bo Şoreşa Jinên Kobanê bibe silavek.”
‘Paradîgmaya Oacalan ji aliyê jinan ve dikeve meryetê’
Di daxuyaniyê de hat wiha hat ziman: “Bi kelecana Şoreşa Jinên Kobanê Meşa Jinên Cîhanê ya çaremîn ji welatê me Kurdistanê despêdike. Di 8’ê Adarê ya ku rastî vê rastiyê tê de em hemû berprisyariyên dîrokî digirin. Jin bi girêdan û baweriya xwe paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixin meryetê. Emê bi hişmendiya dahurînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yên ‘Heya jin azad nebe civak azad nabe’ ji bo aştiyek civakî xizmetê bikin û bi wê hişmendiyê 8’ê Adarê zêdetir bi hêz derbaz bikin.”
‘Yên ku bê tirs canê xwe feda kirine dê din ava medebin’
Di daxuyaniyê de hat bilvê kirin ku heya ew jinek tenê jî bê rêxistin nehêlin dê tekoşîna xwe berdewam bikin û wiha hat domandin: “Bi kelecana Şoreşa Jinên Kobanê emê çaremîn Meşa Jinên Cîhanê ya ku dê ji welatê me Kurdistanê despêbike pêşewazî bikin û tekoşîna xwe gerdunî bikin. Dê 8’ê Adara îsal bi eşqa azadiyê Arîn, Nîgar û Rengînên canê xwe ji bo jiyana azad feda kirîn, Kaderên sînor nasnekirî, Sîbelên gihana enternasyonal dayî jiyan kirin jî din ava medebin. Dê kongreya me KJA bi kelecana hemû jinan bigire nava xwe di 8’ê Adarê de qadan dagirin. Em bi duruşma xwe ya ‘Emê bi berxwedana jinên Kobanê xwe bi rêxistin bikin û jiyanê ava bikin’ dest bi xebatên xwe yên 8’ê Adarê û amadekariyên xwe yên Meşa Jinên Cîhanê kirine, bi vê wateyê em li benda beşdarbûna hemû jinin.”
(zt)

