'Berxwedana ku navenda wê jin e têknaçe'

09:53

 


Mizgin Tabu/JINHA


STENBOL - Berxwedana 98 karkerên  piranî ji wan  jinin yên bi hinceta bi sendîka ye ji kar hatin derxistin li çadira ku li baxçeyê Nexweşxaneya Zanîngeha Maltepe vekiriye  berdewam dike. Sekretera Giştî a DÎSK'ê Arzû Çerkezoglû diyar kir ku têkoşîna jin navende qet têk naçe.


Li Nexweşxaneya Zanîngeha Maltepe ya Stenbolê 98 karkerên ku bi hinceta  bi sendîkane 80 roj  berê ji kar hatin avêtin  berxwedana li  çadirên ku  li baxçeyê nexweşxanê vekirine didomînîn. Sekretera Giştî ya DÎSKÎ Arzû Çerkezoglû da zanîn ku ji ber karker mafên xwe yê bingehîn dixwazin  ji kar atên avêtin û dihevditinên wan yên bi nexweşxaneyên re tu encama erênî derneketiye û wiha axivî: "Hevalên me yên 18 sal in  li wê nexweşxanê dixwebitin li ser firmayên teşeron hatin xebirtandin.ji  ber em teşerontiyê qebûl nakin û hevalên me yên karker bê hiqûq ji kar atin avêtin em vê têkoşînê dimeşînîn."


'Têkoşîn dayîn li cîhanê tevgera herî bi rûmet e"


Arzu destnîşan kir ku şûna rêveberiya nexweşxanê pirsgirêkê karkeran çareser bike ji bo mudaxaleyî karkeran bike bangî polîsan dike ,2 roj berê 35 karên piranî ji wan jin yên di çadira berxwedanê hatin binçavkirin. Arzû wiha axivî : "Em di roj a yekemîn de vê dibêjin.Weke  berxwedanê me yên din jî ji bo  em li mafê xwe bigerin, pêşeroja zarokên xwe ava bikin hewceye em bi têkoşînê xwe birêxistin bikin.


'Tu berxwedana ku jin di navend e têk naçe '


Arzu ya bal kişand têkoşîna karkera ya bi wate û berxwedana karkerên jin wiha berdewam kir: "Taybetiya vê berxwedanê ew e ku piranî karkerên berxwedanê dimeşînîn jin in.Tu berxwedana ku jin navend e têk naçe.Ev berxwedan jî dê bi piştgiriya jinin serbikeve.Êrîş, binçavkirin û tundî me hê bêhtir me dikin yek.Îro nêzîkatiya siyaseta îktîdar ê patronan derket holê."


' Ez berhema keda xwe  dixwazim'


Arzû bal kişand ser tundiya li ser karkerên berxwedêr û da zanîn ku tundiya li ser karkeran qet qebûl nakin. Arzu dest nîşan kir ku xwestekên karkerên jin yên weke " Ez karê xwe dixwazim,ez dixwazim berhemê keda xwe bigrim" hene û ev taleb jî meşrû ne.


Arzu gotina Serkomar  ya " jin û mêr ne wekhev in"  bîr anî  û diyar kir kul i Tirkiye hukumeta AKP'ê polîtîkayên jinê hedef digre ro bir o zêdetir dibe û berdewam kir: "Li gel wê ji jinên ku dixebitin bi gotinên "amedekariyê fuhûşê dike" proveke dike.Ew her diaxivin  tundî qetlîama li hember jinê zêdetir dibe.Ji bo sermayeya 2 sal şunve bike garantiyê dibe je 3 an 5 zarokan bibin.Li aliyê din jî jinan ji qadên kamû, jiyana civakî  dûr dixe. Bi nêzikatiya xwe dixwazin jina mahkûmê malê bikin."


' Li hember Îktîdara sîyasî em banga tevkarî û têkoşînê dikin'


Arzû herî dawî 8 Addarê Roja Jînên Kedkar a Cîhanê bîr anî û wiha dawî li axaftina xwe anî : "Em hemu jina li hember hişmendiya zilêm û îktîdara sîyasî  banga têkoşîn û tevkariyê dikin.Li hember pergala keda jinê tune dihesibîne banga kolan a dike.Di roja Jinên Cîhanê de bang li hemû jinên kedkar , ên têkoşîna edaletê dikin li qadan bin.''


(ks/zt)