'Dengê rêxistinkirî encamên bihêzin'

10:16

 


JINHA


AMED – Aktîvîsta Komeleya Ekolojiya Mezopotamyayê ya k udi Kurdistanê de meclisên xwe ava dike Evin Akboga diyar kir ku piştî avakirina Meclisa wan ya Navendî li Amedê dê li hemû navendên dinê jî meclisên xwe avabikin û got: “Li Kurdistanê  meclisbûn û çalakiyên bihêz lidarxistin hêzê dide me. Çiqas em rêxistina xwe bi hêz bikin xwe bigihînin gelek kesan ew qas jî dê dengek bi hêz derkeve.


Komeleya Ekolojiya Mezopotamyayê duh li Amedê civîna xwe lidarxistin û di civînê de biriyar girtin kul i hemû navendên Kurdistanê meclisên xwe avabikin. Aktîvîsta Komeleya Ekolojiya Mezopotamyayê Evîn Akdogan girêdayî biriyara xwe ya meclisbûnê nirxandin kir û got: “Her sazî û kesên di aliyê hevgirtinê de bên rêxistin kirin tevlî tekoşîna ekolojiyê dibe. Armanca me rêxistin kirin û li hember qirkirinên ekolojiyê dengên bi hêz derxistine. Ji ber wê jî em rêxistinê û meclisbûnê giring dibînin. Di civîna me ya duh de xala herî em li ser rawestan jî xwe bi rêxistin kirin bû.”


‘Ji xwe weke kurd bandorên me yên ekolojîk hene’


Evîn da zanîn ku bi tayîbetî moderniteya kaputalîst êrîşî xwezayê û navendên jiyanê dike û wiha domand: “Tenê armanca kaputalîzmê zêdekirina kar û rantêye. Ji ber wê jî bi awayek xwînxwarane êrîşî navendên jiyanê dike. Em jî li hemberî wan helwesta xwe diyar dikin. Em di vê pêvajoyê de deshilatiya mêran ya ji dîrokê ser xweza û jinan hatî çêkirin dijîn. Her çiqas pergala kaputalîzmê îro xwe di navendên jiyanê de bi cîh kiriye jî lê di cewherê kurdan de her dem îdolojiyek ya jiyana ekolojîk heye. Emê jî vê derxînin hişmendiyê û giringiyê bidin vî cewherî. Dê ev aliyê kurdan yê parastina ekolojiyê herî zêde ji bom e bibe alîkar.”


‘Ji bo bi hêz hişmendiyek dijber avakirin rêxistinbûn şerte’


Evîn balişande ser hêsankirina karên meclisên ekolojiyê û wiha berdewam kir: “Dem dem ekolojî eke têgihek biyanî hatiye dîtin. Ji ber wê jî emê xebatên kesanî û komî bînin bahev û dengên zêdetir bi hêz derxînin. Li Kurdistanê avakirina meclisan alîkarî û hêzê dide me. Em çiqas bi komî bixebitin û rêxistina xwe mezin bikin dê ewqas jî dengê bi hêz derkeve.”


Evîn bang li sazî û ekolojîstan kir û got: “Em bang li her kesên ku ser vê xebatê kar dimeşîne dikin ku bên em bi hev re jiyana ekolojîk bihonin.”


(zt)