YPJ: Ji bo hişmendiya parastina cewherî pêk bê me peywir girt

10:24

 


JINHA


KOBANÊ  - Şervanên YPJ'ê yên li dijî çeteyên DAIŞ'ê di mewziyên herî pêş de şer dikin destnîşan kirin ku ew hêza xwe ji felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û têkoşîna dîrokî ya jinên kurd digirin. Şervana YPJ'ê Rûken Cûdî diyar kir ku heta li Rojhilata Navîn pergala azadîparêziya jinê pêk tê dê têkoşîna xwe di asta herî bilind de bidomînin û ji bo hişmendiya parastina cewherî di hemû jinan de pêk bê di qadên felsefe û zanistê de peywira perwerdeyê girtin.

Şervanên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ên li dijî êrîşên DAIŞ'ê li mewziyên herî pêş li ber xwe didin, bala tevahiya cîhanê kişandin ser têkoşîna xwe. Şervanên YPJ'ê di azadkirina bajarê Kobanê de rola pêşengiyê lîstin. Şervanên ku bi têkoşîna xwe re mora xwe li dîrokê xistin diyar kirin, ku ew hêza xwe ji felsefe û nêrîna li jinê ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan digirin. Jinên YPJ'ê destnîşan kirin ku heta li Rojhilata Navîn pergala azadîparêziya jinê pêk tê dê têkoşîna xwe di asta herî bilind de bidomînin.

'Em bi hêviya rojên azad ber xwe didin'

Ji şervanên YPJ'ê yên li Kobanê di berxwedana dîrokî de cih girt Aryen Guneş anî ziman ku ew hêza xwe ji felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a daye jinan digirin û tekoşînên dîrokî yên jinên kurd jî çavkaniyên bingehîn ên hêza wan e û wiha got: "Berxwedana jinê ya îro li Kobanê dewam dike, li ser têkoşîna dîrokî ya jinên kurd û felsefeya Abdullah Ocalan şîn dibe. Hemû rêhevalên me yên jin ên li dijî DAIŞ'ê şer dikin, bi hêvî û morala siberojên azad li ber xwe didin." Guneş diyar kir ku ji bo hemû jinên li Rojhilata Navîn siberojên azad bijîn ew têdikoş in û wiha axivî: "Pergala em tê de ne li her qadê jinê hedef digire û êrîş dike. Ev êrîş zêde dibin û dewam dikin. Em jî bi berxwedaneke çekdarî bersivê didin."

Armanc jiyanekî azadîxwaz a jinê ye

Şervana YPJ'ê Rûken Cûdî jî diyar kir ku hevalên wan ên jin ên li gel hev di mewziyan de şer dikin, çavkaniya wan a herî mezin moral û hêz û wiha got: "Li gorî me, tilîlî yan jî dirûşmeyeke rêhevaleke me di dema şer de qirîne, xwedî wê hêzê ye ku dikare cîhanê bihejîne." Cûdî anî ziman ku jin di Şoreşa Rojava de roleke mezin dilîze û heta li Rojhilata Navîn pergala azadîparêziya jinê şîn bibe dê têkoşîna wan di asta herî bilind de berdewam bike.

Di nava jinan de hişmendiya parastina cewherî diafirînin


Rûken da zanîn ku şervaniya YPJ'ê ne tenê hilgirtina çekê û şerê li mewziyan e û anî ziman ku ji bo li gel hemû jinên li Rojhilata Navîn hişmendiya parastina cewherî were afirandin, wan li qadên felsefî û zanistî wezîfeya perwerdeyê girtine ser milê xwe. Rûken diyar kir ku li Rojhilata Navîn rêxistinên dijminê jinê yên weke DAIŞ'ê nemînin jî ew ê têkoşîna xwe dewam bikin û wiha axivî: "Ji bo careke din êrîşa mîna li Şengalê li hemberî jinan hat kirin neyê jiyîn, em ê li her qadê xebat û têkoşîna xwe dewam bikin."

'Layîqî gel jiyîn berpirsiyariya me ye'

Rûken da zanîn ku ew dixwazin dengê jinê bigihînin tevahiya cîhanê û ragihand ku ew ê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê yên jinê weke dijmin dibînin heta dilopa dawî ya xwîna xwe şer bikin. Rûken ragihand ku ew gelekî kêfxweş in ji ber gelê Kobanê li xaka xwe vedigere û wiha pê de çû: "Ji bo gelê me yê vegeriya ser axa xwe jiyanekî hêjayî bijî em weke berpirsyariyeke xwe dibînin û ji bo vê yêkê em dê bi hemû hêza xwe seferber bibin."

(zt)