Jinên Botanê bi cil û bergên ‘rêxistinî’ dadikevin qadan
11:06
JINHA
ŞIRNAK – Ji bo mitînga ku sibê dê dibinya KJA yê de li Silopiya bê lidarxistin ji niha de jin bi cil û bergên xwe yên netewî amadene. Hevşaredara Silopyayê Emîne Esmer balkişand ser di ‘Paketa Ewlehiya Nevxweyî’ de kincên netewî weke ‘propagandaya rêxistinê’ dîtinê û got: “Emê jin bi kincên xwe yên netewî ku parçeyek ji çanda meye, yên ku weke propagandaya rêxistinê tên dîtin lê em din ava jiyana rojane de li xwe dikin sibê dakevin qadan.”
Sibê duraxa duyemîn ya mitîngên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê yên ku dibinya KJA yê de bi duruşma “Emê bi jinên Kobanê xwe rêxistin bikin û jiyanê azad bikin” xebat tên kirin dê sibê li Silopiya û Êlihê be. Amadekariyên mitînga ku dê li Qada Newrozê bê lidarxistin berdewam dikin. Saniye Metlis ya k udi Komîteya Amadekariya Mitîngê de cîh digire jî balkişand ser “Pakêta Ewlehiya Navxweyî” ya k udi meclisê de tê nîqaşkirin û got: “Ez bang li hemû jinan dikim ku bi kincên xwe yên netewî dakevin qadên 8’ê Adarê. Ezê van kincan wergirim, heger sed sal ceza jî bidin min cardin jî ezê li gorî çanda xwe kincan li xwe bikim.”
‘Vîna jinên Botanê’
Hevşaredara Silopyayê Emîne Esmer da zanîn ku bajar bûye bajarê jinan, jinên Botanê xwediyê vîn û hêzek mezinin û wiha domand: “Dê tevlîbûnek gelek bi hêz ji bo mitîngê çê bibe, ji vê gomanên me nîne, emê li hemberî qirkirinên jinan bibin yek awaz û raperîna xwe boqêrin. Emê jin bi kincên xwe yên netewî ku parçeyek ji çanda meye, yên ku weke propagandaya rêxistinê tên dîtin lê em din ava jiyana rojane de li xwe dikin sibê dakevin qadan.”
Her roj ya meye
Emîne anî ziman ku dê îsal li hemberî qirkirinên jinan li qadan bin û wiha dom kir: “Weke Ozgecan bi hezaran jin hatin qetilkirin. Ji bom e ne giringe jin ji kîjan nijadê be, erebe yan jî kurde ji bom e nijad ne giringe, rêgeza me ya bingehîn nasnama jinane. Em banga daketina qadan li hemû jinan dikin, 8’ê Adarê li hemû jinên Rojhilata Navîn û cîhanê pîroz dikin û dibêjin ne tenê rojek hemû roj yên mene.”
Ji bo YPJ’ê silav
Endama KYA yê Kumru Demir jî wiha axivî: “Ez despêkê vê rojê li şervanên YPJ û YPJ-Şengal ê pîroz dikim. Em bi saya wan gihştin van rojan. Duruşma me ya herî mezin ya 8’ê Adara îsal dê bûyîna bersiva jinên Şengalê û azadiya Rêbertiya mebe. Ez bang li hemû jinan dikim ku mil bidin milê YPJ’ê û li hemberî hişmendiya barbariya mêran Kobanê ji nû ve avabikin. Vîna jinan her dem heye û dê her demê hebe. Em bang li hemû jinên Botanê dikin ku bi hembû rengên xwe ve biherikin Qada Newrozê”
‘Bi hêza jinan emê dakevin qadan’
Endama Egitim Sen ê Hava Şahîn jî Ozgecan û hemû jinên hatine qetilkirin bi bîr anî û wiha axivî: “Her roj jin rastî şideta mêran tên. Jin di çaxa Neolotîkê de çawan bû û paşê çîlê hat? Di pêvajoyên despêkê de jin civakî û aştîxwazbûn lê niha her diçe tên perçiqandin. Emê weke jinên KESK’ê dakevin qadan û em hemû jinan jî vedixwînin qadan.”
(zt)

