Li Stenbol Qoser û Erzînganê 8'ê Adarê
11:16
JINHA
MÊRDÎN - Li Qoserê jinê bi mîtînga ku di 5'ê Adarê de bê lidarxistin 8'ê Adarê roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pêşwazî bikin.Hevşaredar Leyla Salman da zanîn ku Amadekariya wan xilas bûne ê hemû jin vexwend qadan.Li Stenbol û Erzînganê jî amadekarî berdewam dike.
Li Qosera Mêrdînê amadekariyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê berdewam dike.Yekîneyên KJA di çarçoveya Roja jinên Cîhanê de amadekariyê mîtînga 5'ê Adarê ya li qada Azadiyê bê lidarxistin dikin. Hevşeradar Leyla Salman ya derbarê amadekariyan de agahî da destnîşan kir ku hewceye hemû jin îsal bi rihê sekeftin û berxwedana Kobanê tevlî 8 'ê Adarê bibin. Leyla, "Em dixwazin îsal 8'ê Adarê bibe sala azadiya jinan û her jin li qadan bin.8 'ê Adara îsal planlameyek kolektîfe.Amadekariyên me berdewam dike.Kelecana jinan ya îsal pir cuda ye.
'Dahatinên kermesê ji bo avakirina Kobanê'
Leyla da zanîn ku dahatinên kermesa ku di çarçoveya xebatên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de were vekirin dê avakirina Kobanê de bê bikaranîn. Leyla da zanîn ku mîtîngê bi meşa ji qada Newrozê ya Qoserê heta Qada Azadiyê meşê bê lidarxistin destpê bike.Leyla bal kişand ser qetlîamên jinan yên demê dawî zêde bûn jî wisa bang li jinan kir: "Emê îsal 8 'ê Adarê bi hemû jinên cîhanê te bi coş pêşwazî bikin.Emê bi drûşma Jinî jiyan Azadî erdê bihejîne.Em benda hemû jinên me ne kul i qadan 8'ê Adarê pîroz bikin."
Li Erzînganê çalakiyên SKM
Li Erzînganê bi pêşengiya Meclîsa Jinên Sosyalîst(SKM) jin li hev kom dibin.
Bi munesebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê îro jinên Erzînganê li taxa Cûmhûriyetê li Cemevî ji bo tundiya li hember jinê niqaş bike û di şexsê Ozgecan de jinên hatine qetilkirin bîrbînîn panelê li dar dixe.Berdevka SKM Fadîme Çelebî û endama SES 'ê Civaknas Meryem Açikbaş dê tevlî panelê bibe.Endamên SKM di çarçoveya xebatên bangewaziya panelê de li taxan geriyan ,bi jinan re sohbet kirin û bang li jinan kirin ku di 8 'ê Adarê de dakevin qadan.
Jinên ciwan ên Zanîngehê jî li kampûs, fêrgeh û li lîseya xebat meşandin û banga azadîbûnê li jinên ciwan kirin.Xebatên SKM yên li navend, tax , kampus û lîseyan bikelecan û bi coş hat pêşewazî kirin.
Li Sancaktepe di 5'ê Adarê de şahî heye
Koordînasyona jinan ya navça Sancaktepe ya Partiya Gelan ya Demokratîk(HDP) hemû gel vexwend şahiya ku dê 5 'ê Adarê bê lidarxistin kir.
Hevseroka Giştî ya HDP Fîgen Yuksekdag, Seroka Giştiya ESP'ê Sûltan Ulusoy,Hevseroka HDP a Stenbolê Ayşe Erdem û berdevka DÎSK ê Nebîle Irmak Çetîn jî tenlî şahiyê dibe. Çav li rê ye ku di şahiya muzîk jî heye tevlîbûna jinan xurt be. Xebatên jî aliyê koordînasyona jinan hat destpêkirin bi cîvînan berdewam dike.Cîvînên ku li taxên Veysel Karanî , ordeklî, Yenîdogan berdewam dike rastî eleqeya gel tê. Jinên ku dibêjin li hember pergala desthilatdar " Em jî henîn, bêdeng namînîn,, natirsin , di serhildanê de ne" bang li hemû jinan kir ku tevlî têkeoşînê bibin.
Bangewaziya şahiyê li bazara fêkiya belavok belav kirinê berdewam dike.
Jin li Kadikoy kom dibin
Bi druşma "Di 8' ê Adarê de bi rihê Kobanê serhildana jinên têkoşer li qadan e" jinên HDP'ê li Kadikoy şahî lidardixe.
Çav li rêye ku gelek jin tevlî şahiya ku dê di seat15,00’an de bê lidarxistin bibin.
(ks/zt)
