RJAK'ê bernameya xwe ya 8'ê Adarê eşkere kir

11:33

 


JINHA


SILÊMANÎ – RJAK’ê bi daxuyaniyek nivîskî bernameya xwe ya 8’ê Adarê diyar kir. Di daxuyaniyê de hat zanîn ku di pîrozbahiyên 8'ê Adarê yên îsal de serkeftina berxwedana jinan li Kobanê û berxwedana jinên Şengalê dike navenda çalakiyên xwe. RJAK'ê destnîşan kir ku ew hewl didin berxwedana jinên li Kobanê û Şengalê bikin nimûne û jinên li başûrê Kurdistanê avakirina hêzeke hevbeş û yekgirtina parastina jinan ve bibin.


Rêxistina Jinên Azadîxwaz ên Kurdistanê (RJAK) ê bi daxuyaniyeke nivîskî plansaziya çalakiyên 8'ê Adarê yên li başûrê Kurdistanê bên li darxistin eşkere kir. RJAK'ê got ku ewê îsal bi dirûşmeya 'Şoreşa me ya jinan garantiya civaka başûrê Kurdistanê ye' pêşwaziyê li 8'ê Adarê bikin. RJAK'ê di daxuyaniya xwe de armanca çalakiyên 8'ê Adarê wiha vegot: "Armanca RJAK'ê ya sazkirina van çalakiyane, şiyarkirin û zêdetir balkişandina ser rewşa jinên Şengalê ye. Ji ber sedemê êrîşên çeteyên DAIŞ bi sedan jinên Şengal hatin revandin û firotin."


Li gorî daxuyaniyê plansaziya 8'ê Adarê ya çalakiyan wiha ye:


 “Roja 6'ê Adarê saet 13.00'an li Silêmanî li ber Parka Dayîk bi xwendina peyama RJAK ya ser giringiya rojê destpê dike. Saet 16.00'an de li bajarokê Baziyan pêşewaziya çalakvanan tê kirin.


Roja 7'ê Adarê çalakvan wê ji Baziyan ber bi Kerkûkê ve bikevin rê. Çalakvan wê li bajarokên ser rêya Kerkûk, Tekye û Çemçemal rawestin. Wê çalakvan saet 11:00'an li nahyeya Tekye û saet 12.00'an ji bigihin Çemçemal. Wê li van bajarokane daxuyaniyên çapemeniyê bên dayîn.


Karwanên 8'ê Adarê ya jinên başûrê Kurdistan wê saet 14.00'an li Kerkûk pêşiya Geracên bên pêşwazîkirin. Piştre li baxçeyê li pêşiya kelha Kerkûkê çalakiyek tê li darxistin. Li wê derê wê li ser giringiya rojê axaftin bên kirin. Herwiha wê şandek li ser navê karwanan serdana gerîlayên YJA-Star yên li Kerkûkê jî bike.


Wê karwan roja 8'ê Adarê saet 09.00'an de ber bi Hewlêrê ve bikevin ser rê. Li ser rê li bajarokên Pirdê û Quştepe raweste û li wir jî daxuyaniyên çapemeniyê bên dayîn.


Wê çalakvan li Hewlêrê li pêşiya Nexweşxaneya Dil ji aliyê gel ve bên pêşwazîkirin. Wê di berdewamiya çalakiyan de karwana jinan bi komîteya pêşwazîkirinê re ber bi Parka Minare ve herin û li wê derê çalakiyek wê were lidarbixin. Şand wê piştî çalakiyê biçin pêşiya parlamentoya Herêma Kurdistanê û li wir çalakiya xwe berdewam bikin. Piştî re saet 14.00'an wê jin ji Parka Minare tevlî girseya gel ya ku ji rêxistinên bajarê Hewlêr kombuyîn bigihine wan. Piştî çalakî bi dawî bû, karwanê jinan wê ji bo serdana hêzên parastina jinan yên li Şengalê, ber bi Şengalê ve bikevin ser rê.


Plana çalakiyên serbixwe yên Herêma Kurdistan jî bi vî awayiye:


Roja 2'ê Adarê li navçeyên Xidranî ya girêdayî qezaya Dukan, li pêşiya Dibistana Amadeyî ya Xidran saet 14.00'an çalakî tê li darxistin.


Roja 3'ê Adarê li Ranya belavok tên belavkirin. Herwiha roja 8'ê Adarê jî dîsa li Ranye li pêşiya Baxê Giştî, saet 14.00'an daxuyaniyek ya çepemiyê bê dayîn.


Qeladizê:


Roja 2'ê Adarê belavok tên belavkirin. Roja 6'ê Adarê li gundê Bestesên saet 14.00'an semîner û sînevîzyon tên pêşkêşkirin. Roja 7'ê Adarê li Baxê Giştî yê Qeladizê saet 15.00'an daxuyaniyek ya çapemeniyê tê dayîn.


Binarê Qendîl:


1'ê Adarê heya 8'ê Adarê li gundên binarê Qendîlê semîner û sînevîzyon tên pêşkêşkirin. Herwiha roja 8'ê Adarê saet 13.00'an de li Zergele çalakî tê li darxistin.


Soran/Diyana:


Ji roja 1'ê Adarê heya 4'ê Adarê wê serdana dibistanan, zanîngeh û nexweşxaneya jinan bê kirin. Belavok û gul jî li wan deran bên bilavkirin.


4'ê Adarê li bajarokê Soran ê girêdayî Hewlêrê, li parka Bilbil saet 10.00'an de daxuyaniyek ya çapemeniyê tê dayîn.


Dihok û Zaxo:


Wê li Dihok û Zaxo belavok bên belavkirin. Roja 6'ê Adarê jî li derveyî bajar ahengek were li darxistin.


Silêmanî:


Roja 2'ê Adarê li ber derê Baxê Giştî daxuyaniyek ya çapemeniyê wê bê dayîn. Herwiha afîş û belavok wê werin belavkirin.


3'ê Adarê li zanîngeha Silêmanî, Salon C saet 10.30'an bi pêşengiya jinên ciwan yên li nava rêxistina RJAK'ê semîner û sînevîzyon tê pêşkêşkirin.


Di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de roja 8'ê Adar bi pêşengiya RJAK û Yekitiya Star serdana alî û rêxistinên jinan tên kirin.


Derbendîxan:


Roja 6'ê Adarê li qehwexaneya Kulturî semîner û sînevîzyon tê pêşkêşkirin.


Pêncwîn:


7'ê Adarê semîner û sînevîzyon tê pêşkêşkirin.


Germiyan:


Karwanek tê avakirin, wê li gund û navçeyên Germiyan, çalakiyên hişyarkirinê bi semîner û sînevîzyonan tên li darxistin.


Hewlêr:


Bi pêşengiya jinên ciwan yên nava rêxistina RJAK'ê roja 4'ê Adarê saet 11.30'an li zanîngeha Qanûn sînevîzyon tê nîşandan û semîner tê dayîn.


Ji roja 1'ê Adarê heya 8'ê Adarê li navçeyên cuda yên Hewlêrê wê çalakiyên hişyarkirinê bi semîner û nîşandana sînevîzyonan bên li darxisitn.


Kerkûk:


Ji roja 2'ê Adar heya 8'ê Adar li navçeyên cûda yên Kerkûkê sînevîzyon tên temaşekirin û semîner tên dayîn.


Em weke RJAK bang li hemû jinên Başurê Kurdistanê dikin bi deng û rengên xwe dakevin qadên 8’ê Adarê û dengê xwe bilind bikin.”


(nd/zt)