Fermandara YPJ-Şengalê: Dê jin dahatoya Şengalê diyar bikin

11:47

 


ROJÎN AXÎN/JINHA 


ŞENGAL - Fermandara YPJ-Şengalê Hedar Reşîd li ser armanca avabûna YPJ-Şengal û hatina 8’ê Adarê axivî û got: “Komkujî û qirkirna li hemberî jinê hê jî berdewam dike.”


Fermandara YPJ-Şengalê Hedar Reşîd têkildarê damezirandina YPJ-Şengalê, armancên wê û 8’ê Adarê ji RojNews re axivî. Hedar Reşîd wiha got: “Komkujî û qirkirinên li ser jinan berdewam dikin. Mînaka herî berçav a vê yekê jî jinên Êzdî yên li bazaran tên firotin, tên tecawizkirin û qetilkirin in. Banga min ji bo jinên cîhanê ewe ku xwedî li van jinan derbikevin û ev erkê hemû jinên cîhanê ye.”


Armanca YPJ-Şengalê parastina jinên Êzidî ye


RojNews: YPJ-Şengal kengê hat avakirin û armanca avabûna wê çi ye?


Hedar Reşîd: YPJ Şengal 4’ê Mijdara 2014 hate avakirin. Lê beriya wê bingeh hatibû danîn. Akademiya Perwerdeyê ya Şehîd Xanê hebû, ji aliyê hezên YJA-Star ve hatibû avakirin. Perwerde di vê akademiyê de dihat dayîn. Li wê derê zanebûna xweparastinê hate pêşxistin. Vîna xweparastinê li vê derê derkete pêş. Ev jî, ji bo avabûna YPJ-Şengalê bû bingeh. Armanca YPJ-Şengalê parastina jinên Êzidî, parastina gel û rizgarkirina jin, dayîk û zarokên ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine revandine. Ji bo gul jî xwe biparêzin strîyên wan hene. Ji bo jinên Êzidî bikarin xwe biparêz in pêwîstî bi rêxistinbûneke wiha heye.


Em hemû jinên Êzdî diparêzin


Gelo YPJ-Şengal tenê hêza parastina jinên Êzdî ye?


Hedar Reşîd: YPJ Şengal hêzeke ji bo jinên Êzdî hatiye avakirin. Yekîneyên YBŞ’ê hene. Lê ji bo jinên Êzdî bikarin bi nasnameya xwe, bi vîna xwe pêngavan bavêjin, pêwîstî bi rêxistinebûneke wiha heye. Ji bo parastina jinên Êzdî yên li herêma Şengalê hatiye avakirin.  


Malbat ji bo perwerdekirinê keçên xwe tîni


Ligel avabûna YPJ Şengalê di nava civaka Êzdî de çi pêşketinên berçav çêbûn?


Hedar Reşîd: Beriya keçên Êzdî bêne perwerdekirin, jinên Êzdî qet nedihatin zanîn, di nava civakek  a baviksalariyê de dijiyan. Ev jin di malê de hatibûn hepskirin. Lê ligel avabûna YPJ Şengalê, di nava civaka Êzdî de guhertinên berbiçav çêbûn. Civaka Êzdî êdî dest bi baweriya bi keçên xwe kir. Êdî dayik û bavên Êzdî bi destên xwe keçên xwe tînin û dibêjin‚ keçên perwerde bikin û tevlî YPJ Şengal bikin. Piştî avakirina YPJ Şengalê jî bi rêya amûrên ragihandinê peyamên pîrozbahî ji me re hatin û serdanên ji bo fermandariya me çêbun. Vê yekê di nava gel de ji bawerî û coşek mezin afirand. Êdî çavê cîhanê li jinên Êzdî ye. Ew jî dibînin ku jin dê bikarin xwe biparêzin.


YPJ li dijî paşverûtiyên civakî jî têdikoşe


Lê li gel vê jî taybetmendiyên civakî jî hene, yên li dijî YPJ Şengalê jî hene, yên ku naxwazin jin ewqas bi bandor bin jî hene. Bi xwe nadin qebûlkirin ku jin bibin xwedî vîn û îrade. Hin aliyên ku ji bo vê yekê astengiyan derdixin hene. Lê YPJ Şengal li hemberî vana ji têdikoşe. Cihê xwe di kozik û çeperan de girtiye. Ev yek keyfxweşiyeke mezin dide gelê Şengalê  û YPJ Şengal weke dahatûye jî tê dîtin.


Ez dixwazin bang li malbat û keçên Êzdî bikim: Deriyê YPJ Şengalê  her tim ji bo hemû keçên Êzdî vekiriye. Dikarin ji bo xweparastinê û avakirina vîna xwe di nava YPJ Şengalê de cih bigirin. Ez dixwazin ji bo jinên Êzdî vê yekê bêjin; Ji bo careke din neyên qirkirin, careke din nekevin destê dijminan, roj roja serhildanê ye. Rewşê dilê me gelek êşand.  Ji bo em bikarin bi awayeke xurttir biparêzin, em dixwazin ku xwe mezintir bikin. Li ser vî esasî, ez dixwazin bang li hemû jinên Êzdî bikim; Werin tevlî YPJ Şengalê bibin.


 YPJ Şengal wê her tim mezin bibe


Ev rêxistinbûna we dê dahatûyê ji berdewam bike? Gelo hûn dê rêxistina xwe berfirehtir bikin?


Hedar Reşîd: Em dixwazin YPJ Şengalê mezintir bikin. Dê weke hêza parastina jin û civaka Êzdî xwe her tim mezin û berfireh bike. Dê di hemû xebatan de cih bigire. Dê li ser esasê erkên polîtîk ên exlaqî xwe mezin bike. Dê ber bi azadiyê ve pêngavan biavêje.


Peyama we ji bo 8’ê Adarê?


Hedar Reşîd: Komkujî û qirkirinên li ser jinan berdewam dikin. Mîna herî berçav a vê yekê jî jinên Êzdî yên li bazaran tên firotin, tên tecawîzkirin û qetilkirin in. Banga min ji bo jinên cîhanê ev e: Xwedîderketina li van jinan  erkê hemû jinên cîhanê ye. Divê xwedî li YPJ Şengalê derbikevin û ji bo mezinbûna wê destekê bidin. Ez 8’ê Adarê li hemû jinên azadîxwaz pîroz dikim.


(ra/zt)