Meclisa TEVDA: Divê di 8’ê Adarê de jinên Êzidî neyên jibîr kirin

12:04

 


Rojin Deniz /Sara Xwinda


ŞENGAL - Jinên Şengal yên endamên meclîsa TEVDA’yê roja jinên cîhanê 8’ê Adarê li hemû jinên kedkar pîrozkirin. Jinan bang li hemû jinên cîhanê kirin ku di roja 8’ê Adarê de balê bikêşin ser jinên ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatine revandin.


Endamên Meclisa TEVDA’ê li gel gelek jinên Şengalê bi daxuyaniyeke çapemeniyê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê li hemû jinên cîhanê pîrozkirin. Li ser navê jinên meclîsa TEVDA’yê dayîka Şîrîn axivî û got: “Divê di çalakiyên 8’ê Adarê de yên li ser seranserî cîhanê bên li darxistin de, jinên Êzdî yên di destê çeteyên DAIŞ’ê de neyên ji bîrkirin. Li gel wan jî jinên Aşûriyan, Şîeyan û Sûryaniyan neyên ji bîrkirin.”


‘Divê jin jî xwedî maf bin û bi mêran re wekhev bin’


Şîrîn di berdewamiya axaftina xwe de got ku êdî ew zilm û zordariya li ser jinê qebûl nakin û wiha pêdeçû: “Em zilm û zordariya li ser jinê qebûl nakin, em zewaca bi darê zorê napejirînin û divê qelen neyê standin. Jin ne bazarin û divê neyên firotin, pêwîste jin jî xwedî mafbin û mafê wan û zilaman yekbe.”


Şîrîn bang li hemû jinên cîhanê kir û di dawiya axaftinên xwe de wiha got: “Divê hemû jin dema ku çalakiyê lidarxdixin, balê bikêşin ser jinên ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatine girtin. Jinên girtî yên Sûryanî, Êzdî û Şîeyan hemû dayîk û xwişkên me ne. Îro jinên ciwan yên Êzdî ji bo azadiya wan çek rakirine û tevlî nava refên YBŞ’ê bûne. Ez ji vir jî silavên xwe ji Rêber Apo re dişînim.”


(rd-sx/zt)