Li Bedlîsê biryara komkirina afîşên KJA yê!
12:41
JINHA
BEDLÎS - Li Bedlîs û navçeyên wê pankartên ku KJA bi munasebeta 8 Adarê li bîlboarda daliqand, bi biryara dozgereyê hat rakirin.
Pankartên ku ji wêneyên Siyasetmedarên Kurd ên li Parîsê hat qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez û Arîn Mîrxana ku li Kobanê jiyana xwe ji dest da pêk tê bi hinceta "propaganda rêxistinê dike" hat komkirin. Pankartên ku Kongreya Jinen Azad (KJA) bi armanca 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Bêdlîs û li navçeyên wê daliqandibû bi biryara Dozgeriya Komarê a Bedlîsê hat rakirin.
Derbarê daliqandina pankartan de Muduriyeta Ewlehiya Tetwanê ji bo îfadeyê bangî Hevseroka HDP' a Tetwanê Serap Çakmakgenç kir.
(ks/zt)
