Li ser sînor silava roja 168'an
12:48
JINHA
RIHA - Berxwedêrên li gundên Miseynter û Elîzerê nobetê digirin di roja 168'an de silav ji berxwedana Kobanê re şandin.
Li gundên Miseynter û Elîzerê yên Pirsûsa Rihayê welatî nobeta berxwedanê digirin. Di roja 168'an de berê xwe dan Koabnê û şervanên YPG/YPJ'ê silav kirin. Li herdu gundan xebatên 8'ê Adarê didomin gelek welatî bi destên hev girtin û berê xwe dan taxên Kaniya Kurdan û Kosikê yên Kobanê. Welatiyan di destên wan de alên PKK, KCK, YPJ û YDG-H'ê hebûn û benavber ji bo şervanên YPG/YPJ'ê û Ocalan dirûşm berz kirin. Welatiyan bi berzkirina dirûşmeyan hewl dan dengê xwe bigihînin şervanên azadiyê.
Piştî zincîra mirovan û silavê paqijiyaderdorê kirin.
(zt)

