Li Cizrê bi hezaran jinan dest bi meşê kirin
13:11
JINHA
ŞIRNAK – Bi hezaran bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê bi duruşma ‘Emê bi berxwedana jinên Kobanê xwe rêxistin bikin û jiyanê azad bikin’ ketin meşê. Jin bi cil û bergên xwe yên rengareng, duruşim, dovîz û pankartên xwe yên li hemberî deshilatiya mêran raperînê dikin ber bi Meydana Çarkendal ve ketin rê.
Bi pêşengiya KJA yê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê bi hezaran jin ji ber derê avahiya DBP’ê atin bahev û dest bi meşê kirin. Bi hezaran jinên ku bi duruşma ‘Emê bi berxwedana jinên Kobanê xwe rêxistin bikin û jiyanê azad bikin’ li hev civiyan pankartên weke “Emê bi xeta fedayî ya bi Heval Zîlan despêkirî û bi Heval Arîn berdewam kirî bimeşin” vekirin û dovîzên weke “Azadiya Rêber Apo, Azadiya jinê ye, azadiya jinan azadiya civakêye", "Jin jiyan azadî", "Qirkirina jinan qirkirina civakêye", "Jin jiyane jiyanê ne kuje", "Ji zayendiya civakî re erê " û "Azadiya Rojê azadiya meye " hatin hilgirtin. Her wiha jinan alayên KJA yê, wêneyên sembola berxwedana Kobanê Arîn Mîrxan, Kader Ortakaya ya k udi sînor de hatî qetilkirin, sê jinên siyasetmendarên kurdên li Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez û Bnefş Egal ya kul i Cizîrê hatî qetilkirin rakirin û duruşmên weke “Jin jiyan azadî”, “Bijî YPJ” û “Bijî Serok Apo” diqêrin.
Jin bi cil û bergên xwe yên rengareng, duruşim, dovîz û pankartên xwe yên li hemberî deshilatiya mêran raperînê dikin ber bi Meydana Çarkendal ve ketin rê. Dê piştî meşê mitîng bi axaftina Hevseroka KCD’ê Selma Irmak despêbike.
(zt)

