KJK: Divê li hemberî polîtîkayên şideta ser zarokan tekoşîn bilindbibe
13:20
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN – Koordînasyona KJK'ê bi daxuyaniyek nivîskî balkişand ser polîtîkaya tecawîz û şidetê ya ser zarokên girtî û li hemberî ‘Pakêta Ewlehiya Navxweyî’ û van polîtîkayên ser zarokên girtî banga bilindkirina berxwedanê li her kêsê kir.
Koordînasyona KJK'ê li dijî polîtîkayên şîdetê yên li hemberî zarokan banga têkoşînê kir. Di daxuyaniya nivîskî ya koordînasyonê de hat gotin, "Di demeke ku gelên Tirkiyeyê hewl dide birînên xwe yên ji ber êrîşên bi salan ên faşîst vebûne bipêçin û jiyaneke azad ji nû ve ava bikin de, di kesayetiya AKP'ê de zîhniyeta dewletê ya serdest, mejiyê şîdet û tecawizê, li ser zarok, jin û tevahiya civakê bi awayekî xetere ferz dike." Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hikûmeta AKP'ê di bin navê qanûnên ewlekariya hundir de hewl dide bêhnê bi temamî li civakê biçikîne û polîtîkayên şîdetê li her qadê belav bike û hat destnîşankirin, ku ev polîtîka li hemberî jin û zarokan veguherîne pêkanînên li derveyî mirovahiyê.
‘Dewlet zarokan di avêje binê zîndanan’
Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: "Di qanûnên dewletê de ti mekanîzmayeke mafên zarokan biparêze, nîne. Berevajî, cezayên ragirtina heta bi hetayê yên neheq, destdirêjî, tecawiz, îşkence û rêbazê zexta psîkolojîk a li zarokan bi gûyerên li Pozanti, Şakran û Wanê qewimîn re derketine asta herî bilind. Li gel vê yekê dersên olî yên ji neçarî û zexta tevlîbûna zarokan a li DAIŞ'ê, têkiliya AKP û DAIŞ'ê nîşan dide. Zarokên me dibin hedefa her şêwe êrîşên polîsan ên ji bo tolhildanê û li naverastê tên qetilkirin. AKP hewl dide van êrîşên bi destê polîsên xwe dike, bi lêkirina kirasê 'provokasyonê' re bi civakê re bide pejirandin. Girîng e hemû gelê me li hemberî vê rewşê çalakiyên xwe xurt bike û vê hovîtiya sergirtî nîşanî tevahiya cîhanê bide. Hewldanên pê hesandina civakê li tecawiza li girtîgeha Şakranê bi cezayê ragirtina heta bi hetayê re rû bi rû hatin hiştin, lê belê yên ev êrîşên li derveyî mirovahiyê kirin beraat kirin. Li pêşberî van qanûnan em dibînin ku dewlet ji bilî xwe mafê jiyanê nade ti mirovî. Wekî din, li pêşberî bûyera Onûr Onal ê 15 salî ku li Girtîgeha Maltepe ya Stenbolê li pêş çavê gardiyanan li wî hat xistin û jiyana xwe ji dest da, divê hemû saziyên demokratîk tavilê bikevin nava çalakiyan. Ya ku li zîndanên tarî ji bi rizandinê tê mehkûmkirin, pêşeroja me ye. Ji bo azadiya zlarokên me û girtina zîndanên zarokan, em bang li her kesî dikin ku têkoşîna demokratîk xurt bikin. Divê dawî li ferzkirina pakêta 'Ewlekariya hundir' bê anîn. Ji niha ve bi sedan zarok hatine girtin û li zîndanan tên bicihirin. Ya bi zelalî vîzyona hikûmeta AKP'ê ya ji bo Tirkiyeya nû nîşan dide, girtîgehên zarok lê tên ragirtin e. Divê her kes di der barê van polîtîkayan de hişyar bin û em bang dikin ku li dijî van polîtîkayên faşîst têkoşînê xurt bikin. Em xwedî li zarokên xwe derkevin, pêşeroja xwe azad bikin."
(zt)

