'Ji Zarîfeyan heta Sakîneyan soza me ya têkoşînê heye'

13:35

 


JINHA


DÊRSIM - Jinên li Dêrsimê dest bi aktîvîteyên 8’ê Adarê kirin, gotin ku bi hevparbûnê wê li hember zîhniyeta nêrza têkoşînê pêş bixin. Ji jinên Dêrsimî Derya Odak a di xebatên 8’ê Adarê de cih digire got, "Ji Zarîfeyan heta Sakîneyan soza me ya têkoşînê heye.”


 Li Dêrsimê aktîvîteyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li salona pêşangehê ya Şaredariya Dêrsimê bi pêşandana resman destpê kir. Ji jinên Dêrsimî Derya Odak a di xebatên 8’ê Adarê de cih digire got, "Ji Zarîfeyan heta Sakîneyan soza me ya têkoşînê heye. Li ser navê berdewamkirina vê têkoşînê al me jinên ciwan wergirt. Çi bibe bila bibe em ê ala têkoşînê daneynin.” Derya bal kişand ser qetilkirina Ozgecan Aslan û wiha axivî: "Em ê ji bo Ozgecanan dengê xwe bilind bikin.”


Naciye Aslan jî bang li jinan kir ku di 8’ê Adarê de li hember zîhniyeta nêrza têkoşînê bilind bikin û got, "Qirkirineke cins heye. Li hember vê zîhniyeta nêrza a qirkirina cins pêk tîne, 8’ê Adarê em ê derkevin kolanan, qadan hêz û rêxistinbûna xwe nîşan bidin.”


serdana gorıstanê û panel


Jinên Dêrsimî wê sibe jî di serî de Sakîne Cansiz Goristana Esrî ya Şaredariya Dêrsimê ziyaret bikin. Jinên wê li ber avahiya DBP’ê ya bajêr kom bibin saet 14.00’an li Salona Konferansa Şaredariyê bi tevlîbûna Hevşaredara Dêrsimê Nûrhayat Altûn, Esra Çîftçî û Nîlgun Ongan panelekê li dar bixin.


(zt)