Îro salvegera qetilkirina xwendekara kurd Şeyda Hatemiye
13:53
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Îro yekemîn salvegera qetilkirina xwendekara kurd a Zanîngeha Çandiniyê ya Urmiyê Şeyda Hatemiye. Hê jî kujerên Şeyda nehatine zelalkirin.
Roja 1’ê Adara 2014’an xwendekara beşa Çandiniyê ya Zanîngeha Urmiyê Şeyda Hatemî di odeya xwe de ji aliyê kes an jî kesên nenas ve hat qetilkirin. Tevî ku salek li ser qetilkirina Şeyda re derbas bûye, lê hê jî rayedarên Komara Îslamî ya Îranê sedemê qetilkirina wê eşkere nekeriye. Wê demê dema ku xwendekarên zanîngehê ji bûyerê agahdar bûn, li pêşiya zanîngehê dest bi çalakiyê kirin. Xwendekaran daxwaz ji rayedarên Îranê kirin ku kujer û sedemê qetilkirina Şeyda Hatemî were ronîkirin û tawanbar werin cezakirin. Piştre rayedarên Îranê cenazeyê Şeyda ji nexweşxaneya Xomeynî ya Urmiyê radestî malbata wê kirin û cenaze di bin çavdêrî û ewlekariya rejîmê de hat veşartin.
Tevî ku salek li ser qetilkirina Şeyda re derbas bûye, hê jî berpirsên Îranê ti bersivek zelal nedane malbata wê. Berevajî malbata wê ji aliyê hêzên rejîmê ve rastî gefan hat. Herwiha rejîmê diyar kir ku mafê ti parêzeran nîne ku li pey vê bûyerê bikevin û li gel wan bi dawî bûye.
(zt)

