Li Gebzeyê li hember jinên girtî tacîz û êrîşa fîzîkî

14:05

 


JINHA


KOCAELî - Girtiyên Jin yên Tîpa M ya Gebze ragihandin ku  rastî pêkanînên keyfî yên rêveberiya girtîgehê ,binpêkirina mafan  û marûzî  êrîşan tên .


Di daxwuyaniya girtiyên TKP/ML-TÎKKO, MKP, DHKP-C û MLKP hevpar dan de hat ragihandin ku  girtiyên jin rastî  êrîşên tacîzî tên, mafê tedawî kirinê tê asteng kirin, dema diçin dadgehê rastî êrîşên fizîkî tên  û tu ewlehiya canê wan tune ne.


'Lêgerîna keyfî'


Girtiya TKP/ML Fadîme Ozkan ya li ser navê girtiyan name şand bang hestyariyê , piştgirî û tevkariyê kir û diyar kir ku dema  diçin nexweşxaneyê  rastî lêgerîna leşkerî ya bi zorî tên  û dibêje: " Li vê girtîgeha jinan pêkanînênku li tu girtîgehan tune ye hene.dema me dişînîn nexweşxane an dadgehê li gel lêgerîna memûrên girtîgehê  û gardiyana li gel ne peywira leşkeran e jî sepandina  lêgerîna leşkeran jî tê kirin. Em vê yekê qebûl nakin.


'Êrîşa Tacîzî'


Fadîme di nameya xwe de bal dikşîne ser hişmendiya leşkeran û dibêje: "Em dibînin  jinên di leşkeriyê jî "weke mêran dikin". Dema em rastî tacîza leşkerên jin tên û em lêgerînê qebûl nakin.Me nabin nexweşxanê mafê me yê tedawiyê tê asteng kirin.


'Dema çûyîna dadgehê îşkence'


Fadîme ya di nameyê de  li ser nexweşiya girtiyan rawestiya diyar kir ku ligel hemû îşkenceyên cuda , di derbarê wan de girte tê girtin cezayên disiplîn tê dayîn,mafên weke ziyaret ,ragihandin jî tê gasp kirin wiha dibêje: " Hevalên me  yên nexweşê giran e jşi ber lêgerîna leşkera qebûl nekirin nebin nexweşxane yê.Em rastî darba leşker  û gardiyanan jî tê û bijîşkê saziyê rapora darbê girtiye.


'Ewlehiya canê me tune ye'


Fadîme diyar kir ku  êrîşên tê kirin xwiya dike ku tu ewlehiya canê wan tune ye û  wiha dibêje: "Di êrîşa 9 sibatê de hevala me Zeynep Gonca Karakoç ji serê xwe darbe stend û rojek şunve ji ser xişê xwe çû.Dîsa êrîşa ku  16 Sibatê de hevala me Ozlem Aydina ji dora dilê xwe darbe girt( Leşkera kulm lê daye )  ne baş bûye  mecbûrî bijîşkan mudaxele kiriye.


Fadîme ya destnîşan kir ku bi êrîşên nijadperest û faşîstne li kesayeta wan li  nasnameya me ya wan a sîyasî , nirxê wan yên şoreşgerî dike wiha dawî li nameya xwe anî : "Derdê me ne lêgerîne, gotinên leşkeran yên dema lêgerînan de armanca wan dedêxe holê.Mînak ji hevalek me re bi gotina 'Tu dewletê nas nake ha?' xwestiye taciza cinsî bike.


Banga hestiyariyê


Fadîme ya di nameya xwe de banga hestiyariyê kir ev gotin rêz kir: "Hogirno dema 'êrîşa leşkeran' ya 2013 û 2014 an de  bi berxwedana me û hestyariya raya giştî me ew paşve kişandibû.Lê dîsa hevbeşiye leşker-îdareya girtîgehê heman êrîş dîsa dubare dike . Ji ber vê  bang dikin ku hûn pişgriya me bikin û dengekî bidin dengê me.


Îdareya Girtîgeha Jinan a Tîpa M a Gebze nexwestin di derbarê mijarên ku girtiyên  jin anîn ser zîman tu agahiyê bidin.


(ks/zt)