DAIŞ jinên suryanî qetil dike

14:12

JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN - Erîşa Daîş'ê ya Til temîr bi encam dibe.Vîdat  a di hêzên parastina cewherî de cih  digre bîrîndarî ket destê çeteyan  hat qetilkirin.Dîsa aht zanîn ku  jina Suryanî  ya bi navê Semîra ya ku li gundê Tilhumus ket destê çeteyan bi awayekî hovane hat qetilkirin


Çeteyên ku li Til Hemîs , Cezaa û Kobanê darbeyên giran girtin  êr^îşên xwe yên li hember gelên sîvîl zêdetîr dike.Li gor  Nuçeya ANHA'yê  li gundê ku çeteyên DAÎŞ'ê êrîş kiriye  bi dehan sivîl hatiye qetil kirin bi sedan Suryanî  jî hatine revandin.


Jina 40 salî ya Suryanî Vîdat  di şer de 4 çete kuşt şunve bi bîrîndarî ket destê çeteyan û bi awayekî hovane hat qetilkirin.Hat zanîn ku jina bi navê Semîra ya li heman gundî  jî ji ber  ji hêza parastina cewherî ya Asûrî Satora re xwarin çedikir ji aliyê  çeteyan hatiye qetil kirin.


(ks/zt)